Di peymana kar a giştî de ji bo karkeran destûra Newrozê

Di peymana kar a giştî de ji bo karkeran destûra Newrozê

Şaredariya Peyasê, bi 82 karkerên Genel-Îş ên ser bi DÎSK'ê peyaman kar a giştî mor kir. Li gorî peymanê, karker dê di 21'ê Adarê roja Newrozê de bi destûr bin. Dîsa eger bê tespîtkirin ku karker li hevsera xwe daye, dê nîvê heqdestê wî, li ser serlêdanê ji hevserê wî re bê dayîn.

Di navbera Şaredariya Peyas a Amedê û Sendîkaya Genel-Îş a DÎSK'ê de ji bo 82 karkeran peyama kar a gitşî li avahiya xizmetê ya şaredariyê bi merasîmekê hat morkirin. Di merasîma morkirina peymanê de Cîgirê Şaredar Mahmût Dag, Alîkarên Şaredar Aynûr Yilmaz, Servet Yilmaz, Sekreterê Sendîkaya Genel-Îşê Latîf Mîkaîlogûllari, Rêveberê Şaxê Tahsîn Yaraşir û nûnerên sendîkayê amade bûn.

Beriya merasîma morkirinê Cîgirê Şaredar Mahmût Dag da xuyakirin ku ev meheke wan li gel sendîkayê li ser hemû maddeyan hevdîtin kirine û di encamê de jî hemû mafên keda karkeran nas dikin. Dag diyar kir ku li gorî kevneşopiya wan a siyasî, mafê kedkaran li pêş e û destnîşan kir ku di peymanê de ji bo başkirina mafên civakî yên karkeran, gelek derfet hatine naskirin.

Rêveberê Sendîkaya Genel-Îşê Tahsîn Yaraşir jî, ji ber vê helwesta parastina mafê kedkarên şaredariyê, spasiyên xwe pêşkêş kir.

Li gorî peymanê, karker dê di 21'ê Adarê roja Newrozê de bi destûr bin. Dîsa eger bê tespîtkirin ku karker li hevsera xwe daye, dê nîvê heqdestê wî, li ser serlêdanê ji hevserê wî re bê dayîn. Bi peymanê re wê heqdestê karkeran ji sedî 8 bê zêdekirin û bi pêşniyara rêveberiyê re heqdestê karkerên din jî 50 TL hat zêdekirin.