Di navbera NATO û Rûsyayê de aloziya çekên nukleerî
Aloziya hilgirtina çekên nukleerî ya di navbera Rûsya û NATO'yê de, mezin dibe.
Aloziya hilgirtina çekên nukleerî ya di navbera Rûsya û NATO'yê de, mezin dibe.
Aloziya hilgirtina çekên nukleerî ya di navbera Rûsya û NATO'yê de, mezin dibe. Rûsyayê, weke nerazîbûn li zêdekirina hebûna leşkerên NATO'yê li Rojhilatê Ewropayê ragihand ku ew ê giraniyê bide biçekbûyîna nukleerî. NATO jî îdîa kir ku ev yek 'neheqî û xetere' ye.
Rûsyayê dabû xuyakirin ku di çarçoveya xebatên nûkirina artêşê de ew ê bi qasî 40 fuzeyên navbera parzemînan çêbike. Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn duh li fûareke leşkerî ya li nêzî Moskowê peyivîbû û anîbû ziman ku ev fuzeyên nû, sîstemên herî nûjen ên parastina hewayî jî li dû xwe dihêlin.
Pûtîn diyar kiribû ku fuzeyên bi serê nukleerî wê heta dawiya vê salê biqedin, her wiha keştiyeke binê avê ya bi serê nukleerî jî, wê di nava vê salê de amade be.
Li hemberî vê pêngava Rûsyayê, NATO'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hilgirtina çekên nukleerî ji aliyê Rûsya ve 'xetere' ye.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg got, "Biçekbûyîna nukleerî ya Rûsyayê, hewldaneke ku xwe naspêre sedemên mafdar, xetere ye û dikare aramiyê xera bike." Stoltenberg anî ziman ku li hemberî biçekbûyîna nukleerî ya Rûsyayê wê NATO 'bersivê' bide, lê der barê tedbîrên werin girtin de agahiyên berfireh neda.
Ev pêngava fuzeyên bi serê nukleerî ya Rûsyayê, piştî ku DYA da xuyakirin ku ew ê hebûna leşkerî ya li Rojhilatê Ewropayê xurt bike, hat avêtin. di daxuyaniyên Polonya û Lîtvanyayê de hatibû ragihandin ku der barê çekên giran ên li her du welatan werin bicihkirin de, muzakereyên bi rêveberiya DYA re dewam dike.
Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) Rûsya hînê yek ji hêza herî mezin a nukleerî ya cîhanê ye. Estîtutiyê da xuyakirin ku 7 hezar 500 çekên nukleerî û 780 serê nûkleerî yên Rûsyayê hene.