Di muzakereyên Yewnanîstan-YE de 'çareserî' ma ji Pêncşemê re

Di muzakereyên dawiya hefteyê yên di navbera Yewnanîstan û Yekîtiya Ewropa-saziyên kredî yên navneteweyî de, ti encam derneket.

Di muzakereyên dawiya hefteyê yên di navbera Yewnanîstan û Yekîtiya Ewropa-saziyên kredî yên navneteweyî de, ti encam derneket. Hewldanên Syrîza, ku bêyî tehdê bide gelê Yewnan dixwaze çareseriyê peyda bike, tevî zexta Elmanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE) dewam dike.

Ji muzakereyên navbera YE, Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) û Bankaya Navendî ya Ewropayê (ECB) duh ti encam derneket. Di muzakereyên ji bo 7 mîlyar Euroyî de ku pêwîstiya xezîneya Yewnanîstanê pê heye, zexta giran a Elmanyayê bal kişand. Çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê şîroveya 'çareserî dûr e' dikin. 

Helwesta hikûmeta Syrîza ya ku ji Çileyê û vir ve li ser desthilatdariyê ye û li dijî polîtîkayên tehdedayîna gel a ji aliyê aborî ve derdikeve, di muzakereyan de diyarker e. Lê belê zexta Yekîtiya Ewropa ya ku dibêje 'Eger pozîsyona Syrîza dewam bike wê dewlet îflas bike' dewam dike.

Ji bo çareseriya krîza kredî ya di navbera YE, IMF, ECB û Yewnanîstanê, wê roja Pêncşemê li Luksembourgê careke din civînb ê lidarxistin.