Di mitînga 1'ê Gulanê ya Amedê de peyama Ocalan
Di mitînga 1'ê Gulanê ya Amedê de peyama Ocalan
Di mitînga 1'ê Gulanê ya Amedê de peyama Ocalan
Li Amedê bi hezaran karkeran 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kir û xwestin ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin. Di mitîngê de dema peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin slogana "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.
Li Amedê sendîkayan bi tevlîbûna hezaran kesan li Qada Îstasyonê mitînga bi navê "Çareseriy bi rizgariya demokratîk pêkan e" li dar xistin. Di mitîngê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî azadiya Öcalan", "Her der Taksîm her der berxwendan" hatin qîrîn. Di mitîngê de pankratên "Ji cînayetên kar re na" "Dîsa dîsa serhildan, dîsa dîsa berxwadan", "Ziman di neteweya demokratîk de hêmaneya herî bingehîne" û "Ji bo jiyanekî demokratîk û azad bijî yekê Gulanê" hatin daqilandin.
Têkildarî mijdarê gelek dowîz jî hatin hilgirtin. BDP, KCD, ESP, EMEP, HDK, OSP, Partîzan, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Hewildana 78'an, Platforma Şaxên KESK'ê, Kekse sor LGBT, DUO-DER, MEYA-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-FED, DÎSK, TMMOB, Turk-Îş û gelek saziyên din ên sivîl tevlî mitîngê bûn. Standa MEYA-DER'ê ya îmzayan a ji bo aqubeta windayan bi pirsin û kiryar bên darizandin rastî eleqeyekî mezin hat.
Di mitîngê de bertek nîşanî êrîşên li Stenbolê dan. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. Di qadê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji 1'ê Gulanê re şandî ji aliyê Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê ve hate xwendin Hulya Alokmen ve hate xwendin.
Peyama Ocalan wisa ye:
"Xaleke hevpar a yên ku radibin ser piyan, yên ji bo rûmeta xwe têdikoşin, yên li bajaran qadan tije dikin heye: Hêvî. Heta roja îro ferzkariya modernîteya kapîtalîst her tim xwestiye li vê aliyê me yê hêvîdar bixe û bike hedef. Ji bo gelek hêvî tu carî nebûye tiştek wisa ku dûr lê bigere. Gelê me ji mêj ve bi berxwedana xwe sînor derbaz kirine, ji Meksîka heta Tehrîrê, di gelek berxwedanên cîhanê de gel xala xwe ya hevpar ango hêvî di xwe de dîtine. Îro di roja 1’ê Gulanê de peyama herî girîng ku divê bê dayîn dibe pêbaweriya me ya bi jiyana bi hev re û bi rûmet, aşitiyê be. Ji ber ku raborî û serhatiyên berê nîşanî me hemûyan daye ku dewletperestî, civakên elîtîst ên ku kêmarên vê cîhanê ne, em jî piranîbûna xwe bi gotin û çalakiya xwe bidin nîşandan.
TÊKOŞÎNA WEKHEVÎ Û AŞTIYÊ
Bersiva rêxistina me ya ji bo vê silava ku daye têkoşîna wekhevî û aşitiyê ya gelê Kurd li cîhanê, dê ji rizgarkirina erdnîgariya me ya ji destê elîtên modernîteyeke demokratîk û wekhev rizgar bikin û ji nû ve ava bikin. Weke di hemû qonaxên dîrokê de, li hemû parzemînên cîhanê, li hemû welatan her derbeya ku li kedkaran dikeve, me hemûyan bi hemû şîdetê birîndar dikin. Têkoşîna me ya polîtîk a demdirêj nîşaneya wê yekê ye ka çawa dikarin çarenûsa gelekî bi hiş û kedeke hevpar bidin guhertin.
DIVÊ HEVPARIYA RAMAN BIBE YEK
Ji ber rewşa min a niha, ez nikarim îro di nava we de bim, ne ku serhildana tu kurdekî ji ya we cûda ye, berevajiyê vê yekê, ev yek nîşaneya neçariya bihevrebûna hemû tevgerên siyasî yên alîgirên kedkar û girseyên kedkarane. Rêbaza herî bi rûmet a bidawîkirina dîroka qirkirin, netew-dewlet û qirkirinan bihevrebûn û di qadeke berfireh de bi awayeke azad hevparkirina ramanane. Ez bi bîr dixim ku di têkoşîna li dijî hemû nijadperestî, şert û mercên xebatên zayendî, ji mafên penaberan re rêyeke dirêj heye û ez we yên ku bûne dildarê ji binî ve guhertina dîroka kevnar a qirkirin, komkujî, kapîtalîzm û netew-dewletê û ji nû ve nivîsandina dîrokê bi ruhê berxwedêr ê 1’ê Gulanê silav dikim."
'KEDKARÊ HERÎ MEZIN OCALANE'
Piştî peyama Ocalan hate xwendin Berdevkê Demê yê Platformên Şaxên KESK'ê Medenî Alpkaya axaftina vekirina mitîngê kir. Alpkaya bi kurdî axivî û wiha got: "Peyvên kedkar û karker tê wateya tepisandin û xebatê. Karker û kedkar kî ne? Xizaniyên Amedî ne. Karker û kedkar kî ne? Jinên li malan bê pere dixebitinin, girtiyên siyasî ne. Kedkarê herî mezin avahîsazê siyaseta demokratîk Birêz Ocalane."
Li ser navê Turk-Îş'ê Serokê 1'emîn Şaxa Tes-Îş'ê ALî Oncu jî axivî û wiha got: "Îro 1'ê Gulanê ye. Îro Newroz kedê ye." Li ser navê DÎSK'ê Serokê Daîreyua Rêxistinbûna Genel-Îş'ê Remzî Çalişkan jî axivî û wiha got: "Ez kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de gotin 'Berxwendan jiyane' silav dikim. Divê hemû kes bi hîstiyar be û zirarê nede vê pêvajoyê."
'BILA OCALAN BI GELÊ XWE RE SIYASETA DEMOKRATÎK BIMEŞÎNE'
Parlementera BDP'ê Emîne Ayan jî li ser navê KCD'ê axivî û wiha got: "Ked paşeroja jiyanê ye. Em ji bo jiyanekî azad berxwedidin. Pêvajoyekî nû dest pê kir. Ev pêvajo ji aliyê Serok Ocalan ve ji bo mirin çênebin hate destpêkirin. Em gelê Kurdistan û Tirkiyeyê azadiyê li berçavan digirin û wisa nêzîkî pêvajoyê dibin. Gelê kurd bi israr dibêjin 'bila siyaseta demokratîk bikin' Bêyî PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siyaseta demokratîk çênabe. PKK'ê têkoşîna vî gelî ya azadiyê meşand û Serok Apo jî serokê vî gelî ye. Wê demê bila Serok Ocalan ji Îmraliyê derbixin û bi gelê xwe re siyaseta demokratîk bimeşîne. Bila gerîla bê siyaseta demokratîk bike."
Serokê Odeya Avahîsazên Amedê Necatî Pîrînççîoglu, Serokê Odeya Tabîban ê Amedê Kemal Karataş, Berdevka Meclîsa HDK'ê ya Amedê Zelal Bîlgîn, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî axaftinên kin kirin û xwestin ku pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin.
Piştî axaftina guhdariya mûzîkê pêk hat û mitîng bi govendê bi dawî bû.