Di mehekê de 261 binçavî 87 girtî
Di mehekê de 261 binçavî 87 girtî
Di mehekê de 261 binçavî 87 girtî
Li Tirkiyeyê li rexmî pêvajoya çareseriyê jî weke berdewama operasyonên di bin navê “KCK’ê” de di navbera rojên 1-30’ê Mijdarê de piraniya wan ciwan 261 kes hatin binçavkirin û ji wana 87 kes hatin girtin. Alîkara Hevseroka Giştî ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş ev pêvajo weke berdewama operasyonên ‘KCK’ê nirxand û di heman demê de weke “operasyona hilbijartinê” jî binav kir.
Li rexmî pêvajoya çareseriya demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin û bi pêngava KCK’ê ya agirbest û meşa demokratîk ya gerîlayan jî hikumeta Tirk tu pêngaveke ber biçav ne avêtiye û berevajiyê wê li pêşiya pêvajoyê dibe asteng. Girtinên sala 2009’an di bin navê operasyonên ‘KCK’ê de destpêkirin û bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan û aktîvîstên mafê mirovan hatin girtin û binçavkirin, îro jî weke berdewama van operasyonan girtin û sirgûn bênavber didomin.
Li gorî nûçeya ajansa DÎHA’yê ya bi îmzeya Serkan Kurt tê gotin ku, di meha Cotmehê de 168 kes hatibûn binçavkirin û 71 kes hatibûn girtin. Li gorî daneyên meha mijdarê jî di nava 30 rojan de bi îdîayên "Endamên rêxistinê ne", "Endam şandine nava rêxistinê", "Li gel ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye", "Li dijî xala 2911'an a meş û xwepêşandanan tev geriya ye" û "Endamê YDG-H'ê ye" bi tevahî 257 kes hatin binçavkirin û 90 kes hatin girtin. Li gorî vê raporê rojê 3 kes tên girtin.
'OPERASYONÊN HILBIJARTINÊ NE'
Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP'ê û Berpirsiyara Mafên Mirovan û Hiqûqê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku, ev operasyon berdewama operasyonên "KCK"ê ne û wiha got: "Ev operasyon li dijî pêşketina pêvajoyê ne. Ev operasyon di heman demê de operasyonên hilbijartinê ne. Daniş Beştaş pişti pêvajoya çareseriyê destpê kir, hemû kesên aligirê çareseriyê diyar kirin ku ev girtin û binçavkirin li dijî pêvajoyê ye. Li aliyekî girtiyên siyasî nayên berdan û li aliyê din jî di operasyonên serdegirtina malan de girtin û binçavkirin didome. Operasyonên bêdeng û kûr in. Ev operasyonên bêdeng û bi dizî zerarek mezin dide gel û pêvajoyê. Li tu qadên cîhanê dema hevdîtin pêk tê ev operasyonên bi vî rengî pêk nayên. Em dixwazin demek beri demekê ev pêkanîn bi dawî bibin.
Hêj hevalên me yên 5 salin girtî ne darizandina wan berdewam dike. Endamên me yên meclisa partiyê, şaredar, serokê rêxistinan û parlamenterên me 5 sal derbas bûn, lê hêj girtî ne."
Di meha mijdarê de binçavkirin û girtiyên li bajar û navçeyan wiha ne:
* Colemêrg: 11 binçav, 11 girtin.
* Serêkaniyê: 1 binçav.
* Silopî: 26 binçav, 21 girtin.
* Sêrt: 7 binçav, 3 girtin.
* Antalya: 5 binçav.
* Saray, 12 binçav.
* Çewlik. 1 binçav.
* Nisêbîn: 8 binçav, 2 girtin.
* Elk. 1 binçav.
* Edene, 32 binçav, 1 girtin.
* Şîrvan: 7 binçav, 6 girtin.
* Amed: 5 binçav, 1 girtin.
* Wan: 30 binçav, 2 girtin.
* Ewêna: 1 binçav, 1 girtin
* Ovacik: 8 binçav, 6 girtin.
* Îzmir: 1 binçav.
* Şenzînan: 4 binçav.
* Cizîr: 25 binçav, 12 girtin.
* Stenbol: 3 binçav.
* Gever: 17 binçav.
* Mêrsîn: 4 binçav. 3 girtin.
* Çinar: 7 binçav.
* Osmaniye: 5 binçav, 2 girtin.
* Wêranşar: 4 binçav.
* Sêwas: 25 binçav. 11 girtin. (xwendekar)
* Bolu: 3 binçav.
* Riha: 1 binçav.
* Agirî: 1 girtin.
* Êlih. 3 binçav.
* Hezex 3 binçav, 2 girtin.
* Enqere: 2 binçav.
* Panos: 1 girtin.
Di mehekê de 261 kes hatin binçavkirin û 87 kes hatin girtin. Di nava 87 kesan de 28 kes jê zarok in.
Di meha cotmehê de jî 168 kes hatin binçavkirin û ji vana 71 kes hatin girtin.