Di kongreya ciwanan de Rojava û FARC hatin silavkirin

Di kongreya ciwanan de Rojava û FARC hatin silavkirin

1. Kongreya Meclisa Ciwanan a BDP'ê, bi axaftina ciwanên ji Tirkiyê û Cîhanê hatine berdewam dike. Di kongreyê de peyamên gelek sazî û rêxistinan hatin xwendin. Di kongreyê de peyama bi dîmen a gerîlayên FARC'ê hatin xwendin. Piştre Nûnerê yekîtiya Star a Rojava Nujin Yusev axivî û kongre silav kir. Yusev, ani ziman ku bi hembêzan silavên YGP û YPJ'ê ji kongreyê re anîne. 

1. Kongreya Meclisa Ciwanan a BDP'ê ku li Salona Sporê ya Seyrantepeyê pêk tê, bi axaftina ciwanên ji Tirkiye û Cîhanê hatine berdewam dike. Li ser navê Meclisa Ciwanan a BDP'e Dîren Yagan, anî ziman ku wan kongreyê pêk bînin, lê ji ber êrîş, zext û oprasyonan kongreya xwe pêk ne anîn. Yagan, anî ziman ku xeztên li ser ciwanan hêj berdewam dike. 

'BIRÊZ OCALAN DÊ AZAD BIBE'

Yagan, anî ziman ku ji bo wan ev pêvajo, pêvajoya avakirinê ye û wiha got: "Ev pêvajo dê bibe pêvajoya azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan. Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo me mijarek jênevegere." 

'JI OCALAN Ê KU JI BO AZADIYA GELAN TÊDIKOŞE RE HEZAR SILAV" 

Yagan, anî ziman ku daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de parvekir ji bo wan perspektif e û wiha berdewam kir: "Ev perspektif dê bi têkoşîna hevbeş û platforma têkoşînê bi wate bibe. Tiştê ku Birêz Ocalan anî ziman ruhê demê ye. Ev bingehê rêxistinkirina kongreya demokratîk û rêxistina demokratîk e. 
Piştre li ser navê ciwanên BDP'ê Dîlan Sonsuz, axaftinek bi kurdî kir. 

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, jî axaftinek kir û kongreya ciwanan silav kir

Piştre Nûnerê yekîtiya Star a Rojava Nujin Yusev axivî û kongre silav kir. Yusev, ani ziman ku bi hembêzan silavên YGP û YPJ'ê ji kongreyê re anîne. Di kongreyêde siloganên "Bijî Kürdistan" u "Biji Serok Apo" hatin berzkirin.