Di êrîşa Kerkûkê de sivîl rehîn hatine girtin
Di êrîşa Kerkûkê de sivîl rehîn hatine girtin
Di êrîşa Kerkûkê de sivîl rehîn hatine girtin
Di êrîşa li dijî avahiya îstixbarata Iraqê ya li bajarê Kerkûkê de kesên sivîl rehîne hatine girtin. Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm da diyar kirin ku ji kesên rehîn 11 kes hatine rizgar kirin.
Îro di saetên nîvrû de li bajarê Kerkûkê li himberî avahiya îstixbarata Iraqê wesayîtek bombebarkirî teqiya û piştî wêjî li rastî êrîşa komek çekdar hatibû.
Li gorî çavkaniyên herêmê ragihandine, ji beriya teqînê di saetên sibehê de komên çekdar cilên karmendên şaredariyê lixwe kirine û li avahiya îstixbaratê û bazara Cevahîr mall ya ku nêzî avahiya îstixbaratêye segvanên xwe bicih kirine.
Ji bo wê dema kû teqîn çêbûye polîs, asayîş û tîmên antî terorê xwastine mûdaxeleyî bûyerê bikin, lê ji aliyê van kesên segvan ve rastî êrîşê hatine û ji bo mûdaxeleya bûyerê zehmetî çêkirine.
Li gorî zanyariyên bidest ketine avahiya îstixbaratê ketiye bin kontirola van komên çekdar û kesên sivîl yên di avahiyê de rehîn hatine girtin.
Di derbarê bûyerê de waliyê bajarê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm ragihandiye nîva avahiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kontrol kirin û ji kesên sivîl yên rehîne 11 kes hatine rizgar kirin.
Di vê navberê de hate zanîn hêzên asayîşa Silêmaniyê ji bo alîkarî hatine Kerkûk’ê.
Heya niha di derbarê kuştî û birîndaran de zanyariyên zelal nehatine dayîn. Ligorî hinek zanyariyan dibêjin 9 kesan jiyana xwe jidest dane 67 kes jî birîndarin, lê li gorî daxuyaniyên di despêkê de hatine, 5 kes jiyana xwe jidest dane 70’ê kes jî birîndar bûne.
Hate zanîn kesê xwe kuj yêkû wesayît teqandiye xelkê bajarê Helepçe ye, beriya demekê liser navê cîhadê derbasî Sûriyeyê bûye û dinava komên îslamî yên radîkal de cih girtiye û jiberiya mehekê ziviriye Başûrê Kurdistanê.