Di doza KCK'ê ya Kanîreşê de kes nehat berdan

Di doza KCK'ê ya Kanîreşê de kes nehat berdan

Rûniştina 5 jê girtî 41 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê ya Kanîreşê tên darizandin li 8. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina îro de kes serbest nehat berdan. 

3. rûniştina 5 jê girtî 41 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê ya Kanîreşê tên darizandin li 8. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina îro de rêveberên BDP'ê endamên meclisa şaredariyê û gelek kesên din jî amade bûn. Di rûniştina îro de ewil tespîta nasnameyan hat kirin û piştre parêzerên mudafi parastin kirin. Parezeran xwest girtî serbest bên berdan. Heyetê piştî navberê bi sedema ku delîl û sûcê girtiyan li ber çavan girtiye û bi gumana girtî birevin û delîlan reş bikin berdewama girtina siyasetmedaran da. Heyetê doz taloqî 18'ê Sibata 2014'an kir.