Di doza çapemeniyê de nûçegîhana ANF'ê Kûray parastinê dike

Di doza çapemeniyê de nûçegîhana ANF'ê Kûray parastinê dike

Di doza komîteya çapemeniyê ya 'KCK'ê de ku 20 jê girtî 46 xebatkarên çapemeniya azad tên darizandin nûçegîhana me Zeynep Ceren Kûray parastinê dike. Kûray di parastina xwe de got, "Ji bo min ne girîng e bav an jî diya min Kurd an Tirk e. Her zimanê ku hebûn û mafê wê yê jiyanê hatiye înkarkirin, zimanê min e. Parastina mafê jiyanê yê wê, parastina exlaqê mirovahiyê ye ku ji zarokatiyê ve ez hînî vê bûme."

Kombûna 2. a rûniştina 8. a doza "Komîteya Çapemeniyê ya KCK'ê" ku 20 jê girtî 46 rojnamevanên Kurd lê tên darizandin, bi parastina nûçegîhana ANF'ê ya negirtî tê darizandin, destpê kir.

Di rûniştinê de ji rojnamevanên negirtî tên darizandin 4, ji yên girtî 17 amade bûn. Di rûniştina dozê de Zeynep Ceren Kûray dest bi parastina xwe kir.

Kûray di destpêka parastina xwe de behsa sedema bersivên xwe yên bi Kurdî ji bo pirsên li ser nasnameya wê yên di rûniştinê berê de kir û got, "Ji bo min ne girîng e bav an jî diya min Kurd an Tirk e. Her zimanê ku hebûn û mafê wê yê jiyanê hatiye înkarkirin, zimanê min e. Parastina mafê jiyanê yê wê, parastina exlaqê mirovahiyê ye ku ji zarokatiyê ve ez hînî vê bûme."

Kûray ragihand ku zimanê adyikê sedema hebûn, çand û nasnameya mirovane û destnîşan kir ku ev rastî nikare bê înkar û astengkirin. Kûray rewşa ku heqê wergêran ji kesên bi zimanê xwe ye dayikê parastian xwe dikin digire jî şermezar kir û got, "Ev yek nîjadperestî ye." 

Kûray got, "Di sala 1978'an de ez li Tirkiyeya dengê lingê cûntaya faşîst dihat, hatim dunyayê" û anî ziman ku ji ber der heqê bavê wê Sarp Kûray de fermana "bikuje" hatibû derxistin û timî gef li diya wê dihat xwarin, ew neçar ma koçî Fransayê bike.

Kûray diyar kir ku li Fransayê wê jî mîna koçberên din ji nîjadperestiyê para xwe girt û got, "Mora 'pîs' a li nasnameya mirovekî bê xistin, biçûkxistin, hînê di wî temenî de di nava me de re li ber birînan vekir. Di demên pêş de bi hêrseke mezin ez vegeriyam. Ez hînî vê bûm; ji bo li dijî nîjadperestiyê derkevin, pêwistî bi rêxistinê nîne."

Rûniştin bi parastina Kûray dewam dike.