Di Çemê Dîcle de termê zilamekê hate dîtin
Di Çemê Dîcle de termê zilamekê hate dîtin
Di Çemê Dîcle de termê zilamekê hate dîtin
Di Çemê Dîcle yê li Amedê diherike termê zilamekî nasnameya wî nehate zanîn, hate dîtin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, dema ku xelkê derdor agahî da di Çemê Dîcleyê de termek dîtine, ekîbên Midûriyeta Afetê a Şaredariya Mezin û polîsan di çem de lêgerînê destpê kir.
Di encama xebatên hatine kirin de,li nêzî Pira Merwanî termê zilamek ê 25 salî ku hate tesbît kirin beriya 10 rojan jiyana xwe ji dest daye, hate dîtin.
Ji bo tesbîtkirina nasname û sedema mirinê, terim rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê a Amedê.