Di 2 teqînên li Nîjerya de bi dehan kes mirin
Li Nîjeryayê ku şerê li dijî çeteyên Boko Haram lê dewam dike, duh di encama êrîşên li hemberî du rawestgehên otobusê de herî kêm 40 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Gombe yê li bakurrojhilatê welêt, êrîşên li dijî du rawestgehên otobusê bi 20 deqeyan li dû hev rû dan. Şahidên bûyerê diyar kirin ku teqîna destpêkê li rawestgeha Dadîn Kowa saet di 19.30 de rû daye, ya duyemîn jî li Dûkkû saet di 20:00 de pêk hatiye.
Wezîfedarekî tenduristiyê da zanîn ku piştÎ teqîna li Dadîn Kowa herî kêm 12 cesed jimar tiye, hejmara miriyên li Dûkkû jî 30 ye. Di encama teqînê de gelek kes birÎndar bûn.
Rayedarên Gombeyê bi daxuyaniyekê teqîna destpêkê piştrast kirin û anîn ziman ku ew nizanin ji aliyê kê ve çawa hatiye kriin. Li bajarê Gombeyê di êrîşên bombeyî yên çeteyên Boko Haram ên roja Pêncşemê de 49 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.