‘Di 10’ê Kanûnê de werin Roboskî’

‘Di 10’ê Kanûnê de werin Roboskî’

Malbatên Roboskî di ‘nirxandinên Pêncşemê’ de rêxistinên civaka sivîl û baro di Roja Mafên Mirovan de vexwendine Roboskî.

Malbatên 34 kurdên ku di 28’ê Kanûna 2011’an de ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin xizmên wan di 101. Hefteya ‘nirxandinên Pencşemê’ de li ser gorên wan hatin gel hev.

Li ser navê malbatên ku wêneyên zarokên xwe yê hatîn qetilkirin hilgirtî û cilên reş li xwe kirîn di bin barîna barana dijwar de daxuyanî Velî Encu xwend.

Encu bi bîr xist ku di ser komkujiyê re 708 roj derbaz bûne û diyar kir ku li cihê dewlet berpirsên komkujiyê lêpirsîn bike di cezakirina mexdûrên komkujiyê de berdewam dike.

Encu diyar kir ku weke malbatên Roboskî ew rê nadin “rêya ewlehî” û “raxistina têlên” li ser sînor ku di xwazin çêbikin û vêna di hûzûra raya giştî de radigehînin û wiha  got: “Li Roboskî sucê herî giran yê dij mirovahiyê hatiye kirin. 10’ê Kanûnê bi wesîleya roja mafê mirovane di serî de buruya Amedê hemû buruyên bajarên derdor û ji bo ku tevlî bernameya me a STK’ê bibin di 10’ê Kanûnê de em vedixînîn Roboskiyê.”

Li aliyê din di çerçeveya doza ku di derbarê vê rojê de hatiye vekirin de Velî Encu derket pêş hakim û diyar kir ku di çerçeveya dozê de heye ku qatîlên 34 xizmên wî dernekevin holê ew îfadeyan na de.