‘Dewletê pitika di pêçekê de jî efû nekir'
‘Dewletê pitika di pêçekê de jî efû nekir'
‘Dewletê pitika di pêçekê de jî efû nekir'
Bi hezaran kesên li geliyê Zîlan hat kuştin, li heman cihî hatin bîranîn. Osman Îlerî (95) ê di dema komkujiyê de 12 salî bû, kevirên li derdora çem nîşan da û got, "Jin, zarok, kal, pîro cesedên mirovan mîna van keviran li derdorê bûn. Ti kesî li dijî dewletê sûc nekiribû. Dewletê mafê jiyanê neda pitika di pêçekê de."
Li navçeya Wan Erdîşê, Zîlaniyên di 13'ê Tîrmeha sala 1930 de li geliyê Zîlanê ji aliyê artêşa Tirk hatin kuştin, li cihê lê hatin kuştin hatin bîranîn. Di çalakiya bîranînê ya ji aliyê Însiyatîfa Gel a Zîlanê hat organîzekirin de, Parlamenterê BDP'ê yê Wawnê Ozdal Uçer, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wan Mûsa Îtah, Cîgirê Şaredarê Çelebîbagê Nûrûllah Canpolat, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erdîşê Abîdîn Încî, Endamê Desteya Rêveberiya Komalên Kurdistanê li Awûstûralya Mîrza Ûlaş, endamên HDK, KCD, xebatkara Navenda Giştî ya BDP'ê Melîha Can, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Remzî Yilmaz, endamên KURDÎ-DER, TUHAD-DER Erdîş, Rêxistina CHP'ê ya Erdîşê û gelek welatî beşdar bûn.
Li cihê bîranînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyê Mahîr Çayan, alên PKK û pankartên komkujiya Helepçê şermezar dikin, hatin daliqandin. Di bîranînê de pankarta bi nivîsa "Ji Zîlanê heta Helepçê, ji Kizildereyê heta Roboskî emê hesabê hemû komkujiyan bipirsin" hat vekirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, beşdar dûre li qadên lê komkujî rû da geriyan û kulilk avêtin nava çemê Zîlanê.
"GELÊ LI DIJÎ ZILMA WE LI BER XWE DIDE, WÊ HESAB JI WE BIPIRSE"
Nûnerê TUHAD-DER şaxê Erdîşê Fevzî Can di axaftina xwe de diyar kir ku yên komkujî li Kurdan kirine, wê ti carî ji hêrsa gelan xelas nebin û got û komkujiyên Zîlan, Helepçe, Roboskî û Kizildereyê mînak nîşan da. Can got, "Kujer, we çi ji vî gelî xwestin. Gelo we hesap nekirin ku mejiyê we yê dîktatorî û faşîst bi ser nakeve, rojekê were nêviyên van mirovên we kuştine, wê rabin ji we hesab bipirsin? Eger li hemberî zilm û komkujiyên we, me li ber xwe dane û em hatine roja îro, hingî roja em ji we hesap bipirsin jî nêz e."
"EMÊ KOMKUJIYA ZÎLANÊ NEDIN JI BÎRKIRIN"
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mûsa Îtah jî got, "Ti însaf û wicdana polîtîkayên faşîst tineye. Çi jin çi zarok çi kal çi pîr, bi mejiyê yek ferasetî Kurd, Elewî, Ermenî, Asûrî û Suryanî kuştin. Hemû komkujiyên ku ti gel heq nakin, li Kurdan hatine kirin. Emê Zîlanê, komkujiya Zîlanê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin."
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî got, "Eger em li hemberî komkujiyan bêdeng bimînin, mîna li Licê û Roboskî hat dîtin, wê sîstem komkujiyan dewam bike."
Uçer bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pevajoya çareseriyê xwestiye gel ne ji AKPê ji xwe bawer bike û got, "Divê em êdî bibin yek, dersê ji paşerojê derxînin û bibînin ku ti dostên me ji bilî me nîne. Divê em xwedî li Rêberê xwe, gerîlayê xwe û girtiyên xwe derkevin."
"MÎNA BARANÊ GULE LI SER ME DIPARIYA"
Osman Îlerî (95) yê di dema komkujiya Zîlanê de 12 salî bû, bûyerên di komkujiyê de hat serê wan bi hêstrên çavan anî ziman û got, "Haya me ji tiştekî tinebû. Ji nişka ve leşkeran dor li gundê me girtin. Ji me re gotin, ewê nasnameyê bidin me û êdî emê mafê welatîbûna Tirkiyê bi dest bixin. Me jî ji wan bawer kirin. Jin û keçan bi kêfxweşiyeke mezin kincên xwe yên bedew li xwe kirin, xwe xemilandin û li Ada Xeybê kom bûn. Dûre li ser me gule hat barandin."
Îlerî kevirên li derdorê nîşan da û got, "Jin, zarok, kal pîr cesedenên mirovan mîna van keviran li derdorê bûn. Ti kesî li hemberî dewletê sûç nekiribûn. Dewletê mafê jiyanê neda pitikê di pêçekê de." Di dema axaftina Îlerî de yên lê guhdarî kirin, rondik barandin.