Dewleta Tirk sinorê Roboskiyê bi têlan digire
Dewleta Tirk sinorê Roboskiyê bi têlan digire
Dewleta Tirk sinorê Roboskiyê bi têlan digire
Li sînorê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê têlên dirî tên pêçan. Hat zanîn ku li ser sînorê di navbera Roboskî û Heftanînê de têlên dirî tên hûnandin. Welatiyên ku bi maşîneyan çûn nêzî sînor, çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Li gorî çavkaniyên herêmî hat diyarkirin ku rayedarên dewletê li ser sînorê di navbera Roboskî û herêma Federal a Kurdistanê de têlên dirî dipêçe û sînor bi têlên kelem ji hev cuda dike. Welatiyan anîn ziman ku rayedar li ser çiyayê govendê yê dinavbera Roboskiyê û Herêma Federal a Kurdistanê têlan dirêse û ser sînor ji çûn û hatina welatiyan re digire.
Welatiyan, anîn ziman ku bi kamyonan têlên tirî tên kişandin û pêçekên têlan li ser sînor dirêsin. Welatiyan da zanîn ku ji bo kamyon karibin têlan bibin ser sînor bi makîneyên kar rê tê vekirin û çêkirina rêyan a li ser sînor didome. Welatiyên Roboskî û Bêcuhê bi boneya vê pêkanîna li ser sînor şermezar bikin xwestin bimeşin ser sînor.
Welatiyên ku bi maşîneyên xwe ber bi sînor ve derketin rê, ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Welatiyên ku çûn nêzî herêma ku komkujiya Roboskî lê pêk hat, xebatên makîneyên kar rawestandin û li qadê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Welatî li bendê ne ku di saetên pêş de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.