Dewleta Tirk şerê psîkolojîk dewam dike
Dewleta Tirk şerê psîkolojîk dewam dike
Dewleta Tirk şerê psîkolojîk dewam dike
Bi vekişîna hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê re, di nava gel de hêviya ji bo aştiyê xurt bû lê dwleta Tikr hemû tevgera leşkerî hem jî bi çêkirina qereqolên nû re, şerê xwe yê psîkolojîk dewam dike.
Bi pêşeniya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk, jinan bi konên "Çareserî û Rizgariya Demokratîk" ên li Dêrsim, Şirnex û Colemêrgê, ji bo gerîlayên HPG'ê ji selametî ji Bakurê Kurdistanê vekişin liv û tevgera hêzên operasyonel ên dewleta Tirk dişopînin, lê dewleta Tirk jî bi tevgera xwe ya leşkerî û çêkirina qereqolên nû re, şerê xwe yê psîkolojîk dewam dike.
Li quntara Çiyayê Cûdî ya bajarêok Gundigê Melê yê Şirnexê, heyeta ji Meclîsên Jinan ên KCD û HDK'ê yên di binê konê "Çareserî û Rizgariya Demokratîk" de ji bo rojekê nobed girtin û bi sedan kesên çûn serdana wan, li ser mijara serketin pêvajoya çareseriyê gotûbêj hatin kirin. Gundiyên tên serdana kon dibêjin, leşkerên Tirk ên nêzî 100 metre li jorî qada kon dimînin, bi vedana kon re vekişiyan quntarên Çiyayê Cûdî. Leşkerên Tirk di navbera saet 06.00-07.00 de li herêmê kontrola mayinan kirin û vî rengî nîşan dan ku ew bi gelê Kurd ne bawer e. Her wha bi operasyonên leşkerî yên ji hewa û bejahî jî, vekişîna bi ewle ya hêzen gerîla asteng dikin.
LEŞKERÊN TIRK ZERARÊ DIDIN XWEZAYÊ
Piştî sohbeteke dirêj a heta derengiya şevê, li dû nobedê em destê sibê bi jinan re hildikişin Çiyayê Cûdî yê navbera Çemê Hêzil û Dîcle. Gava em hinekî din jî hildikişin jor, em dibînin ku leşkerê Tirk cihê lê ye ji aliyê xwezayî ve xera kirine. Piştî hilkişîneke nîv saetê, em careke din veger kon û xwe amade dikin biçin gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê ku li wir di encama bombebarana balafirên F-16 ên artêşa Tirk de di 28 Qanûna sala 2011'an de 34 ciwan û zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser rêya Qilabanê wesaîta me tê rawestandin. Li dû rawestandina kêfî ya jendermeyan em piştî 30 deqeyên din dikevin ser rêya Roboskî. Bi germahî li Roboskî tên pêşwazîkirin û herî zêde zarok bala me dikşînin. Ji bo karibin derdê xwe, komkujiyê bînin ziman, hewl didin bi tirkî biaxivin.
Piştî ku me li malekê bêhna xwe veda, em ber bi Goristana Roboskî ve dikevin ser rê. Li dû merasîma bîranînê ya li goristanê, bi jinan re em vedigerin gund û jin ji me re dibêjin, "Gava ez têm vê derê, bi şev nikarim rakevim." Jineke din jî dibêje, "Dema têm vîr, weke ku ew her tim li gel min e. Pê re dipeyivim û dilê min rehet dibe."
TRAMVAYA ROBOSKÎ HERÎ ZÊDE BANG LI ZAROK Û JINAN KIR
Tiştekî din li gund bala me dikşîne, salonên xwendinê yên cemaata Fethûllah Gulen. Bi sohbeta bi Roboskiyan re derdikeve holê ku rêya xwedayîna zarokan a jinan, piştî komkujiyê kêm bûye. Hema hema li ser her girî qereqolek heye û gundiyên berê bi hêsanî diçûn gundê xwe, niha piştî lêpirsîna jendermeyan dikarin biçin. Malbatên Roboskî, bi wendakirina 34 zarokên xwe re jiyana wan serûbin bûye û piştî komkujiyê êdî zarok nikarin biçin dibistanê.
"RÊYA AŞTIYÊ JI ROBOSKÎ DERBAS DIBE"
Di sohbeta me ya heta derengiya şevê de, jinên Roboskiyî alavên zarokên xwe yên wendakirine hembêz dikin û careke din êşa wan dijîn. Malbatên Roboskiyî dibêjin kiryarê kuştina zarok, mêr û birayê wan dewleta Tirk e û dixwazin kujer bên cezakirin. Jinên Roboskî balê dikşînin ser pêvajoya çareseriyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye û baweriya xwe bi gerîlayên HPG'ê tînin ziman. Malbatên Roboskî ji bo aştiyeke mayînde dixwazin berpirsyarên komkujiyê werin ceza kirin û dibêjin "Rêya Çareseriyê di Roboskî re" derbas dibe.