Destûr nedan ku li leşkerê zarok kuşt lêpirsîn bê vekirin
Destûr nedan ku li leşkerê zarok kuşt lêpirsîn bê vekirin
Destûr nedan ku li leşkerê zarok kuşt lêpirsîn bê vekirin
Di Cotmeha 2009'an de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di bûyerên şermezarkirina 9'e Cotmehê de zarokê 18 mehî Mehmet Uytun di hembeza dayika xwe ya li şaneşîna malê de bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest dabû. Di lêkolîna bûyerê de hat diyarkirin ku Uytun bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest daye. Lê qeymeqamiya Cizîrê destûr neda ku der barê leşker Hakan Alkan de lêpirsîn bê destpêkirin. Prz. Rahşan Bataray Saman, anî ziman ku ew ji hiqûqa Tirkiyeyê tiştekî napên û dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 9'ê Cotmehae 2009'an de ji bo şermezarkirina derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê çalakî hatibûn lidarxistin. Di çalakiyan de polîsan û leşkeran bi sedan bombeyên gazên bikar anîbûn. Her der bûbû qada şer. Ji bombeyên gazê ewrê sipî çêbûbûn. Di bûyeran de zarokê 18 mehî Mehmet Uytun ku li malê di hembêza dayika xwe de bû, bi bombeya gazê ya ji aliyê leşker Hakan Alkan ve hatibû avêtin bi giranî birîndar bûbû. Mehmet Uytun, 10 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin û piştre jiyana xwe ji dest dabû.
'DI RAPORÊ DE DOZGER GOT BOMBEYA GAZÊ LI SERÎ KET'
Di rapora ewil a dozgeriyê de hat diyarkirin ku ji bilî şewatê tu şopên deformasyonê li ser bedna wî tune û wiha got: "Guleya bombeya gazê ya hatiye avêtin li ser çeka 6 leşkeran lêkolîn hat kirin. Li gorî fîşekê li ser wê 40 MKE MOT 63 GE MEKE 06 B 101-003 hatiye nivîsandin tenê ji çeka 40-TBA-6T0627-07 G 0000090 ku tenê mînakek wê li cem cendirmeyan heye hatiye avêtin. Dozgerê ku piştî çûbû cihê bûyerê jî û hem jî xizmên Uytun jî anîbû ziman ku Uytun ji ber bombeya gazê jiyana xwe ji dest daye.
'SAZİYA TIPA EDLÎ JÎ RAPORA DOZGER PIŞTRAST KIRIBÛ'
Saziya Tipa Edlî jî rapor piştrast kiribû û diyar kiribû ku Uytun ji ber bombeya gazê jiyana xwe ji dest daye. Saziya Tipa Edlî jî di raporê de anî ziman ku Uytun ji ber bombeya gazê serê wî şikestiye û mejiyê wî zerar dîtiye û jiyana xwe ji dest daye. Dozgeriya komarê jî li ser rapora Saziya Tipa Edlî ya Ekspertizê û şahidê bûyerê der barê leşkerê pispor Hakan Alkan de rapor amade kir. Dozger anî ziman ku leşker Alkan di roja bûyerê de bi çeka tamburlu bomeya gazê avêtiye û zarokê bi navê Mehmet Uytun kuştiye. Dozger, da zanîn ku bûyer dema Hakan Alkan bi çeka tamburlu bombeya gazê avêtiye pêk hatiye û bûye sedema mirina Uytun."
Dozgerê Komarê yê Cizîrê li ser rapora Saziya Tipa Edlî xwest der barê leşker de lêpirsînê veke. Lê Qeymeqamê Cizîrê daxwaza dozger a hêjmar 4483'an a lêpirsînê bi hinceta "Der barê leşker Hakan Alkan delilên xurt tune" red kir.
Li ser vê helwesta Qeymeqamê Cizîrê Dozgerê Komarê jî dawî li lêpirsînê anî.
DÊ DOZÊ BIBIN DMME'Ê
Parêzer Rehşan Bataray Saman jî anî ziman ku êdî tu hevî û bendewariya wan ji hiqûq û daraza Tirkiyeyê tune û dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).