“Desteya Bilind gel e, gel Desteya Bilind e”
“Desteya Bilind gel e, gel Desteya Bilind e”
“Desteya Bilind gel e, gel Desteya Bilind e”
Li paytexta Rojavayê Kurdistanê Qamişlo, bi hezaran kes bi armanca şermezar kirina planên dijî gelê kurd, bi durişmeya “Desteya Bilind gel e û gel Desteya Bilind e” meşiyan. Di meşê de gel, dilsoziya xwe bi YPG᾿ê û Asayîşê re nîşan da.
Duh li paytexta Rojavayê Kurdistanê Qamişlo, ji 7 salî heta 70 salî nûnerên meclîs û saziyên sivîl, partî û rêxistinên siyasî, bi hezaran kes tevlî meşa ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatibû orgenîze kirin bû. Meş saet di 18.30᾿an de ji ber mizgefta Qasimo ya taxa Xerbî destpê kir. Meşvanên ku bê navber durişmeya “bijî yekîtiya gelê Kurd, Bijî YPG, Bijî Asayîş” û “Desteya Bilind gel e gel li vir e” berz dikirin, heta çarrêya Munîr Hebîb meşiyan. Meşvanan pankartên li ser nivîsîbûn “Na Ji xiyanetê re, erê ji yekîtiyê re, tu hêz ji bilî Desteya Bilind dê nûnertiya Gelê Kurd neke” û “Destê dirêjî YPG᾿ê û Asayîşê bibe, dirêjî îradeya gelê kurd e” bilind kirin.
Li Çarrêya Munîr Hebîb Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM᾿ê Fatma Tahir axivî û da zanîn ku armanç ji êrîşên Amûdê ew bû ku, di Cinevrê de Destiya Bilind nikaribe nûnertiya gelê kurd bike û wiha got “Mixabin hin kesayetên kurd jî ku xwe wek tevgerên Siyasî yê kurd hesab dikin, tevlî plangera bûn û xwe ji Desteyê kişandin. Desteya Bilind gelê bi destê xwe çêkir ye û gelê kurd yê wê biparêze. Meşa we ya îro nîşana hêza Desteya Bilind e.”
Di dawiya axaftina xwe de Tahir, da zanîn ku gelê Kurd êdî wê hikûmeta xwe ya rojavayê Kurdistanê avabike û dê nîşanî herkesî bide ku, dikare xwe bi rêve bibe û bi sîstema xwe ya xweser xwe bike mînak ji bo hemû Rojhilata Navîn û herêmê.
MERASÎM HATE LIDARXISTIN
Piştî ku meş bi dawî bû bi sedan kes ji vir berê xwe dan taxa Qudûrbeg û çûn serdana konê sersaxiyê ku têkoşera PKK᾿ê Şehnaz Hesen a ku li Elmanya di encama nexweşiyê de jiyana xwe jidest da. Di bin konê sersaxiyê de merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û durişmeyên “şehîd namirin” hatin berz kirin.