Desteya Bilind a Kurd tê aktîv kirin

Desteya Bilind a Kurd tê aktîv kirin

Meclîsa Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS), li navenda PYD’ê hatin cem hev û xebatên  civîna Cenevre-2, Desteya Bilind a Kurd û rêveberiya demî nirxandin. Di civînê de biryar hate girtin ku xebatên Desteya Bilind bêne aktiv kirin û ji bo xebatên civîna Cenevreyê şandeyek bê avakirin.

Civîna ku li navenda PYD'ê  hate lidarxistin, li ser daxwaza Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêk hat. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, nûnerên herdu meclîsan û li ser navê TEV DEM’ê jî  Aldar Xelîl, Dr. Ebdulkerîm Umer, Cîhan Mihemed û Xetîce Îbrahîm amade bûn.

Piştî civîna ku saetekê dom kir, Dr. Ebdulkerîm Omer agahî dan. Dr. Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku civîn li ser daxwaza wan di çarçova nîqaşên  civîna Cenevre-2, aktîv kirina xebatên Desteya Bilind a Kurd û rêveberiya demî de pêk hatiye.

Dr. Umer destnîşan kir ku wan di civînê de li ser girîngiya yekdengiya Kurdan a ji bo civîna Cenevreyê nîqaş meşandine û di dawiyê de de jî biryar girtine ku têkildarî mijarê şandeyek hevbeş ava bikin.

DESTEYA BILIND WÊ BÊ AKTÎV KIRIN

Dr. Ebdulkerîm Umer anî ziman ku di civînê de li ser xebatên Desteya Bilind jî hatiye rawestîn û biryar hatiye girtin ku di dema pêş de xebatên Desteya Bilind a Kurd bi awayekî lezgîn bêne aktîv kirin. Umer got ku: “Xebatên Desteya Bilind ji bo yekîtiya Kurdan giringin, lewra wê ev xebat bi xebatên rêveberiya demî re bêne meşandin.”

XEBATÊN RÊVEBERIYA DEMÎ JI BO SÛRIYEK DEMOKRATÎK E

Dr. Umer bal kişand ser ser ferqa xebatên Desteya Bilind û rêveberiya demî û wiha dom kir: “Xebatên Desteya Bilind ji bo yekîtiya Kurdan e, lê rêveberiya demî hemû niştecihên herêmê li ser bingehê demokrasiyê di nava xwe de dihewîne. Xebatên rêveberiya demî li ser bingehê hemû nîştecihên herêmê pêk tên. Lewra xebatên rêveberiya demî di bingeha xwe de xebatên Sûriyek demokratîk in.”

Omer herî dawiyê diyar kir ku wê xebatên wan ji bo her sê mijara di dema pêş de jî bên berdewam kirin.