Deriyê Sêmalka hîne girtî ye
Deriyê Sêmalka hîne girtî ye
Deriyê Sêmalka hîne girtî ye
Herêma Kurdistana Federal, deriyê sînor ê Sêmalka ku di meha Gulanê de li xuşk û birayên xwe yên Kurd girtibû, hînê venekiriye. Îdîayên di hin malperên înternetê de dibêjin derî hatiye vekirin, endamê Komîteya Deriyê Sêmalka Mûstafa Abdulazîz ve hat deriwandin.
Endamê Komîteya Deriyê Sînor ê Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê Mûstafa Abdulazîz, hin nûçeyên di malperên înternetê de dibêjin deriyê sînor hatiye vekirin, derewand.
Abdulazîz got, "Deriyê Sînor ji aliyê hukûmeta Başûr ve hînê girtiye, bi tenê destûr ji welatiyên vedigerin Rojavayê Kurdistanê, tê dayîn."
Abdulazîz ragihand ku, bi tenê ji derbasbûna 50 kesên pêwistiya wan bi tenduristiyê heye, destûr hatiye dayîn û got, "Derbasbûna van her 50 kesan jî sê rojan hat taloqkirin."
Abdulazîz diyar kir ku televîzyonên îddîa dikin derî hatiye vekirin, bi vê weşana xwe re xizmetê ji gelê Kurd re nakin û destnîşan kir ku, ev televîzyonên mijara gotinê bi berovacîkirina rastiyan re dixwaze hêrsê têxe nava gelê Kurd.
DERBASBÛNÊN QEÇAX
Di vê navberê de li gorî çavkaniyên herêmî, girtina deriyê sînor dibe sedem ku derbasbûnên bi dizî ji sînor çê bibin. Tê gotin, qeçaxçiyên vê rewşê weke firsendekê dibînin, ji serê her kesê derbas dibe 250 dolar pere dîstînin.
Ev tengezariya li ser sînor ji 19'ê Gulanê û vir ve dewam dike. 74 endamên El Partî ya bi serokatiya Abdulhakîm Başar ku tê gotin piştgiriyê ji PDK'ê distîne û xwe li Herêma Kurdistana Federal radigire, gava ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn di 18'ê Gulanê de hatibûn binçavkirin. Hêzên asayîşê dabûn xuyakirin ku van kesan ji pêşmergeyan perwerdeya çekdarî dîtine û bi vî rengî derbasî Başûr bûne.
Tevî ku yên hatin binçavkirin serbest hatin berdan jî, Herêma Kurdistana Federal dest li bûyerê werda û ji aliyê xwe ve deriyê sînor li xuşk û birayên xwe girt. Ji ber ambargoya li herêmê, şert û mercên jiyanê her diçe giran dibe.