Dêra Suryaniyên Serêkaniyê dîsa tê çêkirin

Dêra Suryaniyên Serêkaniyê dîsa tê çêkirin

Dêra Suryanan a bajarê Serêkaniyê ku ji aliyê komên çete ve hatibû xera kirin dîsa tê çêkirin.

Dêra Mar Tûma ya Suryaniyên Ortodoks li bajarê Serêkaniyê ku di sala 1930`an de hatibû ava kirin ji aliyê komên çete yên DAIŞ`ê ve hatibû talan kirin û xira kirin. Rêveberên dêrê diyar kirin ku wan dest bi xebatên çêkirina dêrê kirine.

Ji rêveberên dêrê Ebdil Ehed Kerkoz diyar kir ku komên çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra û hêzên radîkal hemû tiştên di hundirê dêrê de talan kirin û şikandine, her wiha mala semyanê dêrê, pirtûkxane û dibistana dêrê jî  xira kirine. Kerkoz diyar kir ku ziyanên mezin çêbûne û heta niha saziyên mirovî jî alîkariya wan nakin.

Kerekoz ji welatiyên Suryan ên ku koçber bûne xwest ku vegerin malên xwe.