Der barê koloniyên destpêkê yên Amerîka de keşfeke nû

Hestiyên endamên destpêkê yên koloniyên ji Ewropayê hatine parzemîna Amerîkayê, hatin dîtin.

Hestiyên endamên destpêkê yên koloniyên ji Ewropayê hatine parzemîna Amerîkayê, hatin dîtin. Tevî hestiyên di kolandina li sîta dîrokî ya Jamestownê hatin dîtin, tê payîn ku agahiyên girîng li ser şert û mercên zehmet ên jiyana hingî, bên peydakirin.

Di daxuyaniya komeleya bi navê Jamestown Dîscovery de hat ragihandin ku hestiyên endamên destpêkê yê koloniyên ji Ewropayê koçî Amerîkayê bûne, hatine dîtin. Tê gotin ku hestiyên 4 kesên ji 24 heta 39 salî, endamên dêra herî kevin a Protestan a Amerîkayê ya li eyaleta Vîrgînîe, ne.

Jîm Horn daxuyanî da û got, "Ev encameke girîng e." Tê gotin ku hestî yê rahîbekî dêra destpêkê ya Protestan a DYA û 3 payebilindê leşkerî yên salên 1608 û 1616'an e. Ev kesên mijara gotinê, wezîfedarên koloniya destpêkê ya DYA rahîp Robert Hûnt, efser Gabrîel Archer û Wîllîam West û ji şovalyeyan Sir Ferdînando Waînman in.

Di konferanseke çapemeniyê a bi beşdariya zanyaran li Muzeya Dîrok û Xwezayê ya Neteweyî hat lidarxistin de, hat ragihandin ku bi saya hestiyên hatine dîtin re, wê li ser şert û mercên jiyanê yên hingî, şertên mirinê û cihê ol a di jiyanê de, agahiyên girîng bi dest werin xistin.

Li gorî Jîm Horn, koloniyên destpêkê yên ji Ewropayê hatin Amerîkayê, bi xeteriyên şerê li hemberî Çermsoran, birçîbûn û nexweşiyê re rû bi rû bûn. Horn anî ziman ku beşeke zêde ya mirovên li koloniyan, beriya 40 saliya xwe jiyana xwe ji dest dane.