Demîtaş bi Fule re rûnişt

Demîtaş bi Fule re rûnişt

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di hevdîtina xwe ya bi endamê Komîsyona Yekitiya Ewrûpayê yê ji Berfirehbûnê berpirsyar Stefan Fule re got, di mijara demokratîkbûyîna Tirkiyê û destûra bingehîn a nû de, Yekitiya Ewrûpa dikare roleke girîng bilîze.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi endamê Komîsyona Yekitiya Ewrûpayê yê ji Berfirehbûnê berpirsyar Stefan Fule re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de li gel Demîrtaş, nûnerên BDP'ê yên buroya Brukselê Eyyup Dorû û Hatîce Çoban amade bûn.

Li dû hevdîtina saetekê, Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Me bi taybetî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê di hevdîtina xwe de nirxandin. Ew jî ji vê rêveçûna dawî ya li Tirkiyê gelekî kêfxweş in. Bêdengbûna çekan û lêgerîna ji bo çareseriya siyasî û demokratîk, li Ewrûpayê deng veda û piştgiriyê dibîne. Me dîtin, ku vê pêvajoyê bandorek erênî li têkiliyên YE-Tirkiyê kiriye û coş û motîvasyona demeke dirêj wenda bûbû, jinûve zindî kiriye."

"RÊZGIRTINA JI PARTIYA ME XURTIR BÛYE"

Demîrtaş da xuyakirin ku Komîsyona Yekitiya Ewrûpayê ji destpêkê ve piştgiriyeke xurt daye pêvajoya çareseriyê û vê biryardariya xwe dewam dike û got, "Me di civînan de dîtin, ku giranî û rêzgirtina ji partiya me re, li nava saziyên Yekitiya Ewrûpayê xurtir bûye. Bi partiya me gelekî piştrast û bawer in. Rola girîng a partiya me di pêvajoya çareseriyê de lîst, li vir jî deng veda."

"EMÊ DI NAVA DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ DE BIN"

Demîrtaş diyar kir ku wan ji Fule re ragihandiye, di mijara demokratîkbûyîn û çêkirina destûra bingehîn a nû de, dikarin cesaretê bidin Tirkiyê û got, "Hûn dizanin, em di mijara destûra bingehî de xwedî helwesteke zelal in. Eger li Tirkiyê destûreke nû wê were çêkirin, hingî BDP teqez wê di nav de hebe, jê re bibe pêşeng û piştgiriyê bidê. Helwesta me ya di vî warî de ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê ve tê şopandin. Ji xwe destûreke nû ya bingehîn mafê her welatiyekî-e li Tirkiyê ye. YE ji bo pêşveçûna têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re, girîngiyê dide destûra bingehîn a nû."

"EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYA AŞTIYÊ"

Komîserê Berfirehkirinê yê Yekitiya Ewrûpayê Stefan Fule jî da xuyakirin ku wan bi Demîrtaş re li ser mijarên pêvajoya aştiyê, xebatên destûra bingehîn a nû û reformên divê werin kirin axivîne. Fule got, "Min piştgiriya Yekitiya Ewrûpayê li pêvajoya aştiyê anî ziman. Armanca bingehîn, bi dawîkirina şer, çareseriya pirsgirêka Kurd û aramî û aştiya li herêma Kurdan e."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya danûstandinên xwe yên li Brukselê de wê îro bi Serokê Parlamenta Ewrûpayê Martîn Schulz û Hevseroka Komîsyona Têkel a Parlamentên Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê Helene Flautre re hevdîtinê bike.