Demîrtaş: Heta îro Cemaet û AKP şirîk bûn
Demîrtaş: Heta îro Cemaet û AKP şirîk bûn
Demîrtaş: Heta îro Cemaet û AKP şirîk bûn
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku di navbera AKP û Cemaetê de şerekî desthilatdariyê heye, ne şerê demokrasiyê û got, "Nêzîkahiya demokrasiyê ya AKP jî ya Cemaetê jî bi kêrî vî welatî nayê. Em ji her du aliyan re jî dibêjin destê xwe ji civaka Tirkiyeyê bikişînin. Tirkiye ne mal û milkê tu kesî ye.” Demîrtaş kongreya ciwanan a sibê li Amedê bê lidarxistin jî silav kir.
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ber avahiya BDP’a Amedê pirsê rojnamevanan ên der barê pêvajoyê de bersivand. Demîrtaş ji bo kongreya ciwanan diyar kir ku dê bi hezaran ciwan beşdarî vê kongreyê bibin û ciwan pîroz kir. Demîrtaş got ku ewê rêxistinbûyina xwe bi kongreya ciwanan tacîdar bikin. Demîrtaş anî ziman ku ciwanan bi avakirina meclisan rêxistineke mezin di nava BDP’ê de ava kirine û wiha got: “Bi hezaran ciwanên ku dê ji Tirkiye û Kurdistanê werin Amedê beşdarî vê kongreyê bibin, bi ruhekê berxwedanî dê azadiyê pêk bînin. Tevgera ciwana di partiya me de binesaziyeke xurt e. Xebatên ku di pêşengiya ciwanan de bên kirin dê bibe bingeha BDP’ê jî. Bi kongreyê dê BDP pêngaveke mezin bavêje.”
Demîrtaş pirsên li ser nîqaşên di navbera Cemaet û AKP’ê de jî bersivand. Demîrtaş diyar kir ku di bin agahiya AKP’ê de Cemaet wek dewleta paralel tevgeriyaye û wiha got: “Ev tişt di bin agahiya AKP’ê de hatine kirin. Bi hevkariya AKP û Cemaetê ev tişt hatine kirin. Herî zirara mezin jî partiya me dîtiye. Nêzî 10 hezar hemwelatiyên me di encama vê dewleta paralel de hatin girtin. Ev dewleta paralel jî êdî veşartî kar û bar nake. Bi hawayekî vekirî herder xistine destê xwe. Îro êdî şerê desthilatdariyê di navbera wan de derketiye. Li holê şerekî ji bo demokrasiyê tune.”
'SIYASETA DEWLETÊ DI NAVBERA PENSÎLVANIYA Û ENQEREYÊ DE TÊ NÎQAŞKIRIN'
Demîrtaş wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ev şer ji bo me encamê naguherîne. Tiştê esas ji bo me bicihkirin û rêxistinkirina demokrasiye ye. Di vê pevçûnê de demokrasî dernakeve. Bifikirin di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de tê gotin ku dewlet demokratîk, laîk û civakî ye. Di dewleteke ku xwe wek hiqûqî binav dike de bifikirin bi salan e Cemaat şirîkê Hukûmetê ye. Peywira xwe ji ku derê digire. Ev Cemaet ji kî/kê pêk tê? Nûnerên van bi hilbijartinan têne ser kar? Kî van peywirdar dike? Kes nizane. Bifikirin di nîqaşeke der barê dersxaneyan de jî li aliyekî Serokwezîr li alê din Serokê Cemaetê li hember hev daxuyaniyan didin û siyaseta dewletê nîqaş dikin û dixwazin bi van rêyan biryaran bigirin. Ma cihê van nîqaşa ne Parlamento ye? Na di navbera Penîsîlivanya û Enqere de tên kirin. Dewleteke wisa dibe? Ma qey Cemaet partiya muxalefet e. Ev ne şîrket in, ne cemaetin, ne partî ne; lê ji hêla din ve tev in.”
Demîrtaş diyar kir ku dema serketinek hebe Serokwezîr Erdogan wek bi tena serê xwe bi serketîbe tevdigere û wiha got: “Lê dema ku tiştekî xirab hebe ji berpirsiyariyê direve. Di demokrasiyan de cihê van nîqaşan tune ne. Em ne mecbûr in ku bibin aliyê yekî ji van. Em li hember her dû helwestane jî. Nêzîkahiya demokrasiyê ya AKP jî ya Cemaetê jî bi kêrî vî welatî nayê. Em ji her du aliya re jî dibêjin destê xwe ji civaka Tirkiyeyê bikişînin. Tirkiye ne mal û milkê tu kesî ye.”
Demîrtaş bilêv kir ku muxatabê pêvajoyê ne Cemaet e û wiha got: “Cemaet û cemaetên din ger piştgirî bidin pêvajoya aştiyê dê me kêfxweş bikin. Lewra kî piştgirî bide vê pêvajoyê dê ji bo Tirkiyeyê tiştekî baş bike. Muxatab hukûmet e.”
Demîrtaş li ser pirsa gazincên Şivan Perwer jî wiha got: “Hunermend ger bi hunera xwe biaxifin dê baştir be. Herkes divê li karê xwe binêre. Em hunermendên ku hunera xwe ji bo gelê xwe pêşkêş dike re rêzdar in. Ji bo siyaseta ku em dikin jî bila dest jê ber de ku siyasetmedar bersiv bidin. Li hember wî helwesteke me tune. Lê tê zanîn ku ew li ser daweta AKP’ê hate Amedê. Naxwe bila li bendê nemîne ku BDP jî wî bi coş pêşwazî bike.”
Demîrtaş derbarê pirsa hilbijartinên herêmî de jî diyar kir ku li hin cihan pêşhilbijartin hatiye kirin û heftiya pêş de dê yek bi yek namzedên xwe aşkera bikin.