Dema qetilkirina xwendekarên kurd hat rojevê weşan bi dawî kirin

Dema qetilkirina xwendekarên kurd hat rojevê weşan bi dawî kirin

Di bernameya bi navê Genç Bakiş ya ku di Kanal D de tê weşandin de  xwendekarekî Amedî mafê axaftinê girt û bal kişand ser qetilkirina zarok û xwendekarên kurd. Piştî vê gengeşî derket û bername hate bidawîkirin.

Bernameya Genç Bakiş ya ku di Kanal D de tê weşndin duh êvarê bi beşa xwe ya kul i Zanîngeha Akdenîzê hat ser ekranê. Mîvanê bernameyê xwediyê Otela Rîxos  Fettah Tamînce bû. Fettah Tamînce, hewl da ku bersivên pirsên xwendekaran bibersivîne.

Lê êdî dawiya bernameyê de xwendekarekî ji Amedê mafê axaftinê girt û pêşniyarên Tamînce yên ji bo ciwanan ên wekê ‘kariyerê’ rexne kir û got:

“Ji êvar de behsa kariyerê tê kirin. Belê kariyer lê ez ji Amedê me. Li Amedê zarok hêj li kolanan dimirin. Hêj Ugur Kaymaz û Ceylan Onkol tên kuştin. Hêj li Zanîngeha Şerzan Kurt, Aydin Erdem, Murat Îzol tên qetilkirin.  Di van şert û mercan de em çiqas kariyerê dikarin bikin. Li vir behsa xwîna şehîdan tên kirin. Em êdî pêşbirka xwînê nekin. Bes e evqas xwîn rijya. Hun ji ber ku liberal in dibêjin ez milyarder im.  Li vî welatî karsazên kurd tenê ji bo zarokên kurd tên kuştin. Lîsteya van jî hene.” Li ser van gotinan alozî derket.