Dema paletiyê

Dema paletiyê

Weke her salê careke din bihar hat û genim û cehê ku di binya berfê de li ber xwe daye, serî hilda û xwe li ber tîrêjên rojê hejand heyanî ku rengê xwe ji kesek ber bi zerbûnê ve çû. Niha jî niştecihê binarê Qendîlê êdî dest bi paletiyê dikin, ne tenê paletî êdî dest bûne herî, şitil tên çandin, zevî tên cotkirin û giya tê birîn. Êdî hemû kes di nava bexçe û zeviyan de kar dike û kedê dide, ji bo berhemeke baş bi dest bixîne.

Niştecihên binarê Qenîlê yên ku genim û ceh çandibûn êdî dest bi komkirina berhemên xwe dikin.

Mam Marûf Resûl xelkê gundê Ênzê yê ku ew û malbata xwe di nava paletiyê de bû wiha dest bi gotinê kir û derbarê dema çandina ceh û genim de wiha agahî da; “Em di dawiya meha 10’an û destpêka meha 11’an de dest bi çandina genim û cehê dikin. Dema ku meha Adarê jî hat wê demê em derman lê dikin, di warê avdanê de jî em genim av didin, lê ceh nayê avdan. Mam Merûf ji ber zeviya wî dûrî avê ye jî wiha got; “Ceh ji ber nayê avdan ji ber vê em ceh diçînin, sala derbas bûyî jî min di vê zeviya xwe de ceh çandibû. Her wiha zeviya min ji çandina ceh re hîn baştire, ji ber av ji zeviyê min dûre. Ji lewra ev sê sale ez di ser hev de ceh diçînim. Li gel vê jî nirxê ceh ji bo firotinê hîn baştire û em dikarin pê debara xwe bikin, lê ji ber her kes genim diçîne ji xwe peyda dibe. Di vê herêmê de her kes bi çandina ceh û genim re mijol dibe û her kes li gorî derfetên xwe hinek 20 teneke, hinek 10 teneke diçînin. Min jî îsal 5 teneke çandine û li gorî berhem divê ku 50 teneke ceh  derkeve.

Mam Marûfê ku bi gelek kesan re palatî dikir di derbarê hevkariya bi hev re jî wiha rave kir; “Em bi tenê paletiyê nakin niha ez, kurê min û zaveyên min, keç û hevjîna min em bi hev re paletiyê dikin. Lê hinek caran mêr bi tenê paletiyê dikin, jin jî bi karên din re mijol dibin. Ji ber ev kar ji bo hinek jinan zehmet dibe, ji lewma îro em mêr tenê hatine paletiyê.

Di demên berê de li gel lawik, heyranok û dengbêjî, stranên paletiyê jî hebûn, ji ber vê Mam Merûf di vê mijarê de jî nêrînên xwe wiha bi me re parkirin; “Berê dema ku her kes dihate paletiyê ji sibehê heyanî êvarê ji xwe re stranên dûrûna genim û ceh û paletiyê digotin, lê niha êdî ew mereqa xelkê me ji vê yekê re nemaye. Dema ku her kes feqîr û jar bû, mereqa şêniyê me ji çandina genim û ceh re hîn zêdetir bû û hîn kêfxweştir bûn, lê ji ber niha her kes rewşa wan ya aborî baş bûye, zêde mereqa şêniyê me ji paletî û di ber paletiyê re stran gotin nema ye û jê şadî nagire. Ev jî dibe sedem ku çanda me ya bi hev re karkirin û bi hev re kêfxweş bûn lewaz bibe. Berê li gundê me jî heman çend hebû, lê niha em êdî bê deng paletiya xwe dikin. Êdî şêniyê me neçarî dewraneke wiha bûye ku bi xwe jî nizanin ka ev dewaran çawa digere. Her çiqas ku şêniyê me têr be jî, lê di nava şadiyê de nîn in. Sedema vê yekê jî ji ber berê tenê yek neyar me hebû ew jî dagirkeriya Baas bû, lê niha Îran neyar e, Tirkiye neyar e û Kurd xwe bi xwe jî di nava hev de ne rihetin. Ji ber vê gelê me niha bê hêz û mereq ma ye.

Şêniyê gundê me weke berê hîn jî bi hemû karên weke paletî, çûna zozanan, giya didirûn, mêş xwedî dikin û bi zeviyên xwe re mijol dibin, lê pêwîste ku em vê yekê weke berê bi şadî û kêfxweşî bikin. Heyanî ji destê me jî tê divê me vê çanda xwe berdewam bikin, ji ber hebûna pereyan heyanî cihekî dikare te kêfxweş bike, lê bi xaka xwe re mijolbûn wateyeke din dide mirovan. Lê dîsa jî mam Merûf ji me re straneke paletiyê wiha dibêje;   

Rawkeran rawa rawa rew li çemî xidranê.

Hespan zîn kin lexawa tajiyan berdene lanê.

Birînan dermankin bi destê çav ciwanê.

Mam Merûf her wiha di derbarê dema mayîna genim û ceh di binya rojê de jî agahî dan me wiha axaftinên xwe berdewam kir; “Em di dawiya meha Gulanê de dest bi paletiyê dikin. Em her kes tên nava zeviyên xwe û bi hev re dest bi paletiyê dikim, lê çend kes bi komkirina qefteyan re mijol dibin û hinek jî bendekan çêdikin û pê wan qefteyan girê didin. Dema me paletiya xwe bi dawî kir em vê carê hemû genim û cehê xwe bi  qasî 10 rojan di bin rojê de dihêlin, pişre em li kakutê didin. Wê demê ceh li aliyekî dimîne û kayê li aliyekî dimîne. Berê navgînên ku îro hene nebûn, ji lewma me bi sewalan genim, ceh û kayê ji hev cûda dikir, lê di roja me de êdî ev navgîn pêşketine ji ber vê em piştî 10 rojan li benda van navgînan dimîn û wiha em dest bi pêvajoya dankutê dikin. Her çiqas ku ev kar zehmetiyên wê jî hebin, lê bi qasî wê jî em şadî û şahiyê ji karê xwe dibînin. Û çiqas navgînên pêşkertî hebin jî, dîsa jî pêwîstî bi alîkariya hev heye.”

Kurê mam Marûf yê bi navê Piştîwan Merûf Resûl jî di derbarê kevirê ku pê dasan tûj dikin jî wiha agahî da û got; “Em dasên paletiyê bi kevirê san tûj dikin, ew jî kevirekî reş e û weke kevirên din hişk nîne. Ev kevir hinekî din nerme û li çiyayên Qendîlê cihek heye em kevirê san ji wir derdixînin. Em bi vê kevirî hemû tiştên hesin yên birînê pê tûj dikin, hinek kes jê re dibêjin san, hinek jî dibêjin hesan û her wiha tê gotin berde hesan. Dema ku em bixwazin tiştekî tûj bikin, em rûnê ku em bi xwe di malê de çêdikin li ser san dikin û wiha em dest bi tûjkirina dasên xwe dikin.”