Delal Amed: Gerîla dê hebûna xwe biparêzin

Delal Amed: Gerîla dê hebûna xwe biparêzin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Delal Amed derbarê paşvekişîna hêzên gerîlayan û pozîsyona piştî vekişînê ya gerîlayan de got: “Ger em weke hêzên gerîlayan van pêngavan diavêjin, ji ber ku em xwediyê wê hêzê ne ku dikarin têkoşîna siyasî-demokratîk bimeşînin. Her çendî hêzên me di vê pêvajoyê de derdikevin derveyê sînor, gerîla dê hebûna xwe biparêzin û ger pêwîst bike dê pozîyona xwe bigirin.”

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza 2013 de li Amedê hate xwendin û weke “rizgariya demokratîk” hat binavkirin, Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê roja 25’ê nîsanê daxuyaniyek da çapemeniyê û aşkere kir ku dê hêzên gerîlayan ji 8’ê gulanê ve vebikişin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Daxuyanî di çapemeniya cîhanê de ciheke berfireh girt û derbarê cihên ku dê hêzên gerîla lê bi cih bibin û têre derbas bibin de gelek gotûbêj hatin kirin.

Ferrmandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Delal Amed diyar kir ku pêngava ku ew îro diavêjin nîşan dide ku ew dikarin têkoşîna siyasî-demokratîk bi rê ve bibin. Amed got: “Em weke hêzên gerîlayan îro bi vîn û înîsiyatîfa xwe van pêngavan pêş dixin. Hêzên me yên gerîlayan pişta xwe nedaye tu hêzan an jî tu kesî. Me bi hêza xwe artêşa gerîlayan a ku gihiştiye bi sedhezaran pêş xist.  Her çendî hêzên me di vê pêvajoyê de derdikevin derveyê sînor, gerîla dê hebûna xwe biparêzin û ger pêwîst bike dê pozîyona xwe bigirin.”

Amed ku diyar kir ku ew girêdayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, wiha domand: “ Em weke hêzên leşerî girêdayî Rêber Apo ne. Em xwe bi felsefe, xet û rêgezên felsefeya Rêber Apo perwerde dikin. Bi vê yekê zanebûn û vîn qezenç kiriye.”

‘EM KETINE PÊVAJOYEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ’

Amed bal kişand ser banga Ocalan a ku di Newroza 2013 de hate kirin û got: “Me di sala 2012 de li ser esasê perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî şereke belkî herî dijwar ê dîroka têkoşîna me meşand. Ev hemleya şoreşgerî ya bi dirûşima ‘Ji Rêbertiyêre Azadî ji gelê Kurd re statu’, her çendî hin aliyên wê yên kêm jî çêbûn, lê destkeftiyên dîrokî bi dest xist. Li aliyekê Şoreşa Azadiyê ya 17’ê Tîrmehê’ a li Rojavayê Kurdistanê, li aliyeke din jî şerê gel ê şoreşgerî yê ku li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên me yên gerîlayan ve hate destpêkirin, rê li ber vê pêvajoya nû ya têkoşînê vekirine.”

Amed ku got: “ev destkeftî bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo li Îmraliyê nîşan da û fedekariya şehîdên me yên qehreman a bêhempa hatine bidestxistin.” Amed dest nîşan kir k ji meha îlonê ve hevdîtinên bi Ocalan re hatine destpêkirin û bal kişand ku piştî wê pêvajoya bi nameyan û heyetên BDP’ê berdewam kiriye.

‘EM BI RÊBERTIYA XWE BAWER IN’

Delal Amed diyar kir ku Ocalan xwestiye ev astengiya ku hukûmeta pê re rû bi rû maye, weke firsendekê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd binirxîne û got: “Ji ber vê jî pêvajoyeke wiha girîng daye destpêkirin. Ger Rêber Apo nêzîkatiya çareseriya demokratîk pêş dixe û em jî weke tevgera azadiyê îro pêngavên pratîk diavêjin, ev yek jî qîm û baweriya me ya ji bo projeya çareseriya demokratîk a Rêber Apo tê. Jixwe ji bilî me jî gelek alî û derdor baş dizanin ku tu projeyeke çareseriyê ya hukûmeta AKP’ê tune ye.” Amed diyar kir pêngavên hukûmeta AKP’ê yên weke avakirina Komîsyona Aqilmendan û Komîsyona Lêkolîn û Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê” mirov dikare weke niyeteke baş bibîne û got: “Lê evane teqez têrê nakin.”

 ‘SIYASETA ERZAN A ÎNKARA KURDAN TÊK ÇÛYE’

Delal Amed bal kişand ser bûyer û geşedanên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku ew weke kilîdê ne. Amed destnîşan kir ku bûyerên sala 2013 dê weke sala 2012 be û got ku dê alî bi awayeke çalak di pêvajoyê de cih bigirin. Amed derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî got: “Bi pozîsyona statuya siyasî ya ku me weke gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di sala 2012 de bi dest xist, êdî siyaseta erzan a înkarkirina Kurdan têk biriye.  Gelê me li herêmê êdî bûye aktore.  Li ser esasê vê pêkhateyê, şert û mercên çareseriya demokratîk û siyasî bi awayeke zêde li parçeyên din ên Kurdistanê hatine destpêkirin.”

Delal Amed diyar kir ku muzakere bi yên bi hêz re tê kirin û destnîşan kir ku hêza gerîlayan xurt e.

GERÎLAYÊN JIN DÊ GEL Û JINAN BIPARÊZIN

Fermandara YJA Starê Amed diyar kir ku dê gerîlayên jin gel û jinan heta dawiyê biparêzin û destnîşna kir ku dê di pêvajoya çareseriya demokratîk-siyasî de jî rola temînatê bileyize. Amed got ku gerîlayên jin ên YJAK Starê bi qasî ku ji bo azadiya civakê milîtantiya jina azad kirine û ji bo demokratîkbûna civakê pêşengiyê kirine, dêdi pêvajoya têkoşîna siyasî-demokratîk de jî wezîfeya xwe ya parastinê pêk bîne.

Delal Amed diyar kir ku divê her kes bi awayeke aktîf tevlî pêvaoya demokratîkbûnê ya ku bi dirûşima “Hemleya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” ji aliyê tevgera azadiyê ve hatiye destpêkirin, bibin. Amed bang li hemû jinan kir ku bi dirûşima “avakirina aşitiyeke bi rûmet û jiyaneke azad” xwedî li pêvajoya têkoşîna siyasî-demokrtîk derbikevin.