Dayîka gêrîlaya HPG'ê li zarokê xwe digere

Dayîka gêrîlaya HPG'ê li zarokê xwe digere

Dayîka gêrîlaya HPG'ê Emîne Salmî ya ku di pevçûna li herêma Xepişte ya Şemzînan de tê gotin jiyana xwe ji dest da ligel hemû hewildanan cenazeyê zaroka xwe peyda nake.

Di 8'ê mijdara 2012'an de li herêma Zozana Xepişte ya nêzî Bêsosîn a navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di navbera gêrîlayê HPG'ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn qewimîbû û di pevçûnê de 14 leşker û 2 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn û 6 leşker jî birîndar bibûn. Ji 2 gêrîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan yek gêrîla Emîne Salmî (Asrîn Denîz) ya ji gundê Deşanê ya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bû û gotin cenazeyê wê biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletî. Malbatê serî li Saziya Tipa Edlî da û ji bo testa DNA'yê xwîn dabû. Piştî Saziya Tipa Edlî ya Meletî got tu cenazeyên wisa di destê wan de tuneye malbatê ji bo cenazeyê zaroka wan bê dîtin û alîkariyê wan bike serî li Nûnertiya MEYA-DER'ê ya Şemrexê da.

Li ser serlêdanê Nûnera MEYA-DER'ê ya Şemrexê Husnugul Paslanmaz li Saziya Tipa Edlî ya Meletî lêkolîn kir û diyar kir ku, saziyê careke din got tu cenazeyên wisa di destê wan de nîne û wiha got: "Li ser vê yekê dayîkê Fatma Salmî ji bo alîkariyê serî li Şaredariya Şemrexê da û bi Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş re çû Şemzînan û bi Şaxa MEYA-DER'ê ya Şemzînan re serî li Dozgerê Komarê yê Şemzînan da."

Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş piştî serî li Dozgerê Komarê yê Şemzînan da li ber Qesra Hikûmetê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Em negihiştin cenazeyê Emîne Salmî ya ku di 8'ê mijdara 2012'an de li Şemzînan şehîd ket. Ji bo cenaze bê dîtin me daxwazname da Dozgerê Şemzînan. Lê Dozgerê Komarê yê Şemzînan ji me re got li gorî lêkolînên wan di 8'ê mijdarê de tu cenazeyên jinan nehatine û bûyerekî wisa jî çênebûye, tenê cenazeyekî zilam hat û ew jî piştî karên pêk hatin şandin Meletî. Lê em dixwazin hînî aqubeta Emîne Salmî hîn bibin. Em pêşiya vê bûyerê bernadin. Pêdivî pê hebe em dê serî li Waliyê Şirnexê û saziyên din ên eleqedar bidin û ji bo cenaze bê dîtin a ji destê me bê em dê bikin. Di pêvajoya aştiyê de alîkariya dayîkê deynê mirovahiyê ye."

Dayîk Fatma Salmî jî wiha got: "Ez keça xwe mirî an zîndî dixwazim. Ez bang li hemû kesên xwedî zarok dikim. Kesên agahiya wan bi keça min heyî bila agahiyê bidin me."