Darvekirina Gulperîpûr û Mamedî li Hewlêrê hat şermezarkirin

Darvekirina Gulperîpûr û Mamedî li Hewlêrê hat şermezarkirin

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, li dijî darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî xwepêşandanek ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve hat lidarxistin û rejîma Îranê bi tundî hat şermezarkirin. 

Li Hewlêrê, ji ber darvekirinan bi armanca şermezarkirina rejîma Îranê ji pêşiya Gazînoya Enter heta ber konsolosa Komara Îslamî ya Îranê xwepêşandanek bi beşdariya bi dehan ciwanî hat lidarxistin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Mihemed Kaklaw li ber konsolosê daxuyanî da û da zanîn ku Komara Îslamî ya Îranê bi salane hewl dide bi tirs, îşkencekirin û darvekirinê hebûna xwe li ser gelên Îran û bi taybet gelê kurd bisepîne. 

Kaklaw got: "Piştî ku Hûsên Rohanî bû serokomarê Îranê, carekî din siyaseta berê meşand û îspat kir ku Komara Îslamî ya Îranê naxwaze dest ji siyaseta dijminkariya li dijî gelê kurd berde."

Mihemed Kaklaw da zanîn ku ti hêviya wan ji Îranê nemeye û got: "Komara Îslamî naxwaze pirsa kurd çareser bike, lewra em wekî Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê darvekirina şoreşger Hebîbûllah Gûlperîpûr û Reza Îsmaîlî bi tundî şermezar dikin. Bila Îran bizane ku ev karê wan ê nemirovane wê ji aliyê ciwanan ve bê bersiv nemîne û em bêdeng nabin."