Dadgehê li gerîlayê HPG'ê Kaya beyî parastin 27 sal ceza birîn
Dadgehê li gerîlayê HPG'ê Kaya beyî parastin 27 sal ceza birîn
Dadgehê li gerîlayê HPG'ê Kaya beyî parastin 27 sal ceza birîn
Rûniştina doza gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Kaya li 4. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta Dadgehê li gerîlayê HPG'ê Îbrahim Kaya ku bêyî parêzer rûniştin hat dîtin bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" û "Teqemenî li ser xwe girtiye" 27 sal cezayê girtîgehê birî.
Di sala 2009'an de li çoltara Cimika ya Şirnexê şer derketibû û di şer de gerîlayê HPG'ê Îbrahim Kaya bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" û "Li ser xwe teqemenî hilgirtiye" hat girtin. Rûniştina doza gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Kaya li 4. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta Dadgehê li gerîlayê HPG'ê Îbrahim Kaya ku bêyî parêzer rûniştin hat dîtin bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" û "Teqemenî li ser xwe girtiye" 27 sal cezayê girtîgehê birî. Kaya xwest li cem parêzer parastinê bike û xwest doz taloqî demên pêş bê kirin. Lê heyetê bêyî parêzer li Kaya ceza birî.
Parêzerê Kaya Serhat Karaşin, anî ziman ku dê dosyaya muwekilê xwe bişîne temyîzê û biryarê îtîraz bike.