Dadgehê dîsa hesab şaş kir!

Dadgehê dîsa hesab şaş kir!

Piştî Hesen Yagizê ji ber hesabê dadgehê yê şaş 7 salan zêdetirî hukmê girtibû di girtîgehê de ma, bûyereke bi heman rengî hat serê Osman Demîr û ew jî 7 salan dereng ji girtîgehê derket.

Piştî ku Hesen Yagiz di 25’ê Gulana 2013’an de tehliye bû, Osman Demîr jî serî li Dadgeha Cezayê ya Giran a Îzmîrê da, li ser vî esasî dema hat fêmkirin ku dîrok şaş hatiye hesabkirin Demîr ji Girtîgeha Tîpa T a Samsun di 28’ê Hezîrana 2013’an de hat tehliyekirin.      

Demîr, destnîşan kir ku di 19 saliya xwe de hatiye girtin û got, "Em dizanin bê em di oxura çi de berdel didin. Lewma mayîna di girtîgehê de zêde ne girîng e. 22 salan tiştek ji heyecana min kêm nekir. Ez di 19 saliya xwe de hatim girtim û hîn jî ez heyecana wî temenî dijîm.”