Dadgeha Gel a Serêkaniyê 400 doz çareser kirin

Dadgeha Gel a Serêkaniyê 400 doz çareser kirin

Dadgeha Gel a Serêkaniyê ku beriya 9 mehan hatibû damezirandin li gel rewşa şer û hemû zehmetiyan 400 doz çareser kirin. Her wiha komîteyên lihevanînê yên bajar 200 doz çareser kirin.

Li Rojavaya Kurdistan sîstema dadgeriya xwe dispêre exlaqê, xebatên xwe didomîne. Dadgeha Gel a Serêkaniyê di dema komên êrîşî ser bajar dikirin 25'ê Adara 2013'an de hate damezirandin. Li gel rewşa şer û pevçûnan şêniyên herêmê Dadgeha Gel damezirandin û bi xwe pirsgirêkên xwe çareser kirin. Dadgehên Gel ên Rojavayê Kurdistan biryarên xwe ji zagonên civakî digre.  Hemû pêkhateyên Serêkaniyê jî ji bo pirsgirêkên xwe serî li Dadgeha Gel didin û pirsgirêkên xwe çareser dikin.

Endamên Dîwana Dadgeha Gel a Serêkaniyê diyar kirin ku wan ji destpêka damezirandinê û vir ve 400 dozên civakî yên gel çareser kirine. Endamên dadgehê destnîşan kirin ku piraniya dozên çareserkirine yên zewacê û kirîn û firotina erdane.

Endamên Dîwanê Edaletê her wiha destnîşan kirin ku komîteya lihevanîna Civakî ya Girêdayî Mala Gel a Serêkaniyê 200 doz bêyî ku were pêş dadgehê, çareser kirine.

Hemû dozên ku endamên Komîteya Lihevanînê ya Mala Gel a Serêkaniyê  nikarin çareser bikin wan dewrî dadgeha gel     dikin.