CPI: Em ne li benda berdana El Beşîr bûn

James Stewar alîkarê Dozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (CPI) Fatû Bensûda, destûra ji bo derketina dîktatorê Sûdanê Omer El Beşîr ji Başûrê Afrîkayê rexne kir.

James Stewar alîkarê Dozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (CPI) Fatû Bensûda, destûra ji bo derketina dîktatorê Sûdanê Omer El Beşîr ji Başûrê Afrîkayê rexne kir. Stewart destnîşan kir ku ew ne li bendê bûn ku rêveberiya Başûrê Afrîkayê li gorî biryara dadgehê tevnegere û El Beşîr negire. 

Stewar got, "Ji ber ku nehatiye girtin (Beşîr) em matmayî ne" û diyar kir ku Başûrê Afrîkayê weke welatekî aliyê CPI bi berpirsyariya xwe ranebûye.

Di qirkirina li Darfûrê ya sala 2004'an de, piraniya wan Xiristiyan 300 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn. CPI jî der heqê Serokdewlet Omer El Beşîr de, ji ber sûcê qirkirinê doz vekiribû.

El Beşîr di dawiya hefteyê de ji bo civîna bilind a Yekîtiya Afrîkayê li Başûrê Afrîkayê bû. Di biryara roja Yekşemê ya dadgeheke li bajarê Pretorîa de dihat xwestin ku ji ber biryara CPI ya girtina El Beşîr, divê ji welêt neyê derketin. Lê belê rêveberiya Başûrê Afrîkayê bersiveke neyînî dabû biryarê û destûr dabû ku El Beşîr ji welêt derkeve.