Colemêrgî li dijî darvekirinan wê sibê bimeşin ser sînor
Colemêrgî li dijî darvekirinan wê sibê bimeşin ser sînor
Colemêrgî li dijî darvekirinan wê sibê bimeşin ser sînor
Rêxistina BDP'ê ya Geverê ji bo darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbullah Gulepîpur ku li Urmiyeyê û Riza Îsmaîl Mamedî ku li Selmasê hatibû darvekirin şermezar bike, dê sibê heta ser sînorê Îranê meşekê li dar bixe.
Kesên ku li navenda Colemêrg, Şemzînan, Çelê ji bo tevli meşê bibin dê li Geverê bigihêjin hev. Girse saet di 13:00'an de wê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Geverê bigihêje hev, biçin deriyê sînor ê Bajêrge û li vir jî di saet 15:00'an de daxuyanî bidin çapemeniyê. Ji bo tevlibûna meşê ji aliyê endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Abîdîn Enîş, serokê rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Durmaz, rêvebirên MEYA-DER'ê li navenda navçeyê belavok hatin belavkirin.
Di belavokan de wiha tê gotin: "Rejima Îranê dixwaze bi darvekirina siyasetmedarên Kurd ve, agirbestê bi dawî bike û li hember gerîla û gel operasyon li dar bixe. Bi salane Îran li hember Kurdan siyaseta înkar û îmhayê dimeşîne û ev siyaset didome. Em ê li hember vê siyaseta îmha û înkarê derkevin."