Çiyayê Geperê hate bomebarankirin
Çiyayê Geperê hate bomebarankirin
Çiyayê Geperê hate bomebarankirin
Li gel pêvajoya çareseriyê û vekişîna gerîlayên HPG'ê, tevgera leşkerî ya artêşa Tirk û bombebaran her dewam dikin. Li navçeya Colemêrg Geverê Çiyayê Geperê yê li herêma Oremarê hat bombekirin. Gundiyan li djiî bombebaranê nerazîbûneke tund nîşan dan.
Çiyayê Geperê yê li bejahiya herêma Oremar a navçeya Geverê ya Colemêrgê duh ji aliyê Tabura Oremar ve hate bombebarankirin. Hate hînbûn ku bombebaran nêzî saetekê berdewam kir. Li gorî agahiyan, leşker ji Qereqola Şitazin û cerdevanên gundên derdorê şandin Oremar. Welatiyê li gundê Oremar dijî û ji ber ewlehiyê navê xwe neda pêvajo nirxand û wiha got: "Li hemû qadan bombebaran û operasyon hatin rawestandin lê Tabura Oremar her tim çiyayan bombebaran dike. Qadên tên bombebarankirin nokteyên HPG'î lê derbas bibin in û bi niyetekî baş nakin."
Hate hînbûn ku li herêmê ligel bombebaranê tevgera Heronan li Gever, Şemzînan û herêma Oremar berdewam dike.
Li aliyê din derketina Geverê ya aliyê Bajêrgeh a berî pêvajoya çareseriyê nokteya leşkeriyê tuneyî di nava rojê de dem dem leşker û polîs nokteya lêgerînê ava dike. Tîmên taybet, TEM, yekîneyên şaxa asayîşê û leşker bi awayekî kefyî di nav rojê de derdikevin ser rê û bi awayekî kefyî wesayîtan radiwestînin û lêgerînan dikin. Li ser rê dîmenên di dema OHAL'ê de pêk tên û leşker û polîs bi kincên sivîl û çekên giran wesayîtên welatiyan ji lêgerînên dijwar re derbas dikin û zextên psîkolojîk li hemberî welatiyan pêk tînin.