Ciwanên Kurd ji kongreya mezin re amadene
Ciwanên Kurd ji kongreya mezin re amadene
Ciwanên Kurd ji kongreya mezin re amadene
Kongreya Giştiya Meclisa Ciwanên BDP’ê dê di 30’ê Mijdarê de li Amedê pêkwere. Amadekariyên Kongreya ku tê payîn ku 30 hezar ciwan beşdar bibin berbi dawiyê ve ye.
1.Kongreya Meclisa Ciwanên BDP’ê dê di 30’ê Mijdarê li Salona Sporê ya Sergirtî ya Seyrantepeyê a Amedê pêkwere.
Amadekariyên Kongreyê yên bi heftaneye di nava taxan de tê beşandin ber bidawî ye.
Kongreya ciwanan bi şîara “Ciwanên xwe li ger bingehê haqiqetê û azadiyê bi rêxistin dikin wê jiyana demokratîk û azad avabikin” pêktê de di hedefa wan de heye ku 30 hezar ciwanî beşdar bikin.
Kongreya Ciwanên Kurd wê zanabûnên xwe li gel ciwanên ji Ewrûpa û rêxistinên Ciwanên cihanê re parvebikin.
Hat ragihandin ku wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo kongreyê peyanekê bişîne. Eger Sirri neçe Îmraliyê wê peyama Ocalan ji aliyê wî ve were xwendin.
Operasyonên qirkirinên siyasî hertim xwest ku xebatên ciwanên BDP’ê illegal bikin. Bi dehan endamên meclisa hatin girtin. Di 28’ê Mijdara sala 2013’ande pêvajoyek nû ya Meclisa Ciwanên BDP’ê destpêkir.
Ji wê dîrokê ta niha li gelek navendan meclisên xwe damezirandin û Meclisa Ciwanên BDP’ê kampanyayek bi navê “ Em mitîngeriyê jiyan nekîn û nedîn jiyan kirin” dabûn destpêkirin.