Ciwanê 20 salî 5 mehe dema çû Başûrê Kurdistanê windaye
Ciwanê 20 salî 5 mehe dema çû Başûrê Kurdistanê windaye
Ciwanê 20 salî 5 mehe dema çû Başûrê Kurdistanê windaye
Ciwanê bi navê Hacî Mihemed Teyîb Omer (20) ji beriya 5 mehan ve dema çû Başûrê Kurdistanê winda ye.
Malbata Hacî Mihemed Teyîb Omer diyar kir ku, kurê wan beriya niha bi 5 mehan ve di rêya qaçaxtiyekî ji gundê Zihêriyê çû Başûrî Kurdistanê. Malbatê got ku, ji wê demê ve tu agahî ji kurê wan nehatine bidestxistin. Malbatê da zanîn ku, qaçaxê bi navê B.Î ji wan re ragihandiye ku, kurê wan gihandiye gundê Xerab Reşkê yê ji aliyê Başûr ve 100 metre nêzî sînore û ew vegeriyaye.
Malbatê bang li kesên ku di derbarê kurê wan de xwedî agahiye kir li ser vê hejmara telefonê li wan bigerin: 052836143