Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo Azadiya Ocalan li bajarê Efrînê xwepêşandanek lidar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Efrînê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dûreşmeya “Azadiya Ocalan destpêka demokrasiyê û aştiyê ye” bi beşdariya sedan ji welatiyên bajarê Efrînê xwepêşandanek lidar xist. Xwepêşandan ji riya Reco destpê kir û heta Meydana Şehîdan domand. Di meşe de bênavber dûreşmeyên ji bo şehîdan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.
Di dawiya Xwepêşandan de welatiyan berê xwe dan navenda berhevkirina îmzeyan ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd. Bi ciwan û jin kesên beşdarî meşên bûn li wir îmzeyên xwe ji bo azadiya Ocalan avêtin.