Ciwan dê sibê Amedê bihejînin
Ciwan dê sibê Amedê bihejînin
Ciwan dê sibê Amedê bihejînin
Meclisa Ciwanan bi boneya 1. Kongreya Asayî ya Ciwanên BDP’ê li avahiya BDP’a Amedê daxwuyanî dan çapemeniyê.
Hevberdevka Meclisa Ciwanan Dîren Yagan der barê kongreya ku sibê saet li 10.00’an li Salona Sporê ya Seyrantepe pêk were de axivî.
Yagan diyar kir ku cara yekem e ew wek ciwanên BDP’î kongreyeke ewqas mezin organîze dikin û da xuyakirin ku ew li bendê ne nêzî 30 hezar ciwan beşdar bibin.
Yagan anî ziman ku ewan gelek rêxistinên ciwanan ên navneteweyî jî dawet kirine û wiha got: “Dê ji bajarên Tirkiyeyê û navneteweyî jî mêvanên me hebin. Dîsa ciwanên FARC’ê jî ji ber derfetên wan ên hatinê tunebûn peyamek ji bo kongreya me şandine.”
Yagan bilêv kir ku ewan ciwan dest pê kirine û dê ciwan bi serbikevin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Sibê dê peyama Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan jî li salona kongreyê bê xwendin.”
Yagan wiha got: “Ji Rojava jî mêvanên me hene. Dîsa ji Başûr dê ciwanên Goran û YNK’ê jî beşdar bibin. Me ciwanên PDK’ê jî dawet kiribûn lê ew ji ber hin karûbarên wan beşdar nabin. Derfetê ciwanên Rojhilat jî tunebûn ku beşdar bibin ji ber vê yekê ew jî dê bi peyama xwe li salona me bin.”
Yagan di dawiya axaftina xwe de serketin ji ciwanan re xwest û herkes dawetî kongreyê kir.