Civîna ENKS'ê destpê kir

Civîna ENKS'ê destpê kir

Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) civîna ku duh hatibû paşve xistin îro li navenda Partiya Pêşverû ya bajarê Qamişlo di demjimêr 10.00'an de dest pê kir. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk tê.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, dê di civînê de li ser Cenevre 2, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Desteya Bilind a Kurd û pirsgirêkên Encumenê werin gotûbêjkirin.

Her wiha li gorî gotinên di kûlîsan de hatin gotin, biryarên vê civînê berê ji aliyê hêzên derve ve hatine girtin û tiştê dikeve ser milê wan tenê van biryaran bi raya giştî re parve kirine.