Çîna navîn zêdê dibe, lê ji 10 kesan hînê 7 kes xizan e

Li gorî encamên lêkolîneke Pew Research a navenda wê li Washîngtonê ye, her çend xizaniya giran a li gelemperiya cîhanê kêm bûye jî, 7 ji 9 kesan di nava kategoriya hatineyên kêm de cih digirin.

Li gorî encamên lêkolîneke Pew Research a navenda wê li Washîngtonê ye, ku ji aliyê Rakesh Kochhar ve hat birêvbirin, her çend xizaniya giran a li gelemperiya cîhanê kêm bûye jî, 7 ji 9 kesan di nava kategoriya hatineyên kêm de cih digirin. 9 ji 10 kesên xweşhal hînê li Ewropa û Bakurê Amerîkayê dijîn. Welatên Afrîka û Hîndîstan jî welatên mirovên herî xizan lê dijîn e.

Hejmara mirovên di kategoriya çîna navîn de cih digirin, di navbera salên 2001 û 2011'an de bi du qatan zêde bû û gihaşt 800 mîlyonî.

Li gorî lêkolînê di navbera salên 2001-2011'an de xizaniya giran a li tevahiya cîhanê bi qasî nîvî hat kêmkirin. Li gorî hesabên di ser Euro re hatin kirin, di sala 2011'an de hejmara mirovên jiyana xwe ya rojane bi hatineyeke kêmî 1 euro 80 centî didomîne, bi 700 mîlyonî kêm bû.

Di çarçoveya lêkolînê de ji bo xizaniya giran şertê qezenca 1,80 euro ya rojane tê destnîşankirin û yên ku rojane kêm 9 euro qezenç dikin di kategoriya 'xizan', yên di navbera 9-18 euro de zezenç dikin di kategoriya 'çîna navîn' û yên rojane 18 euro qezenç dike jî di kategoriya 'xweşhal' de cih digirin.

Di lêkolînali gorî daneyên 111 welatên ji sedî 88 ê nifûsa cîhanê lê dijî hat amadekirin de, derket holê ku hînê beşa ji sedî 71 a mirovan xwedî hatineyeke kêmî 9 euro rojane ye. Ev rêje di sala 2001'ê de ji sedî 79 bû.

Rêjeya mirovên di kategoriya 'çîna navîn' de ne, ku rojane di navbera 9-18 euro de qezenç dikin bû ji sedî 13. Rêjeya vê kategoriyê di sala 2001'ê de ji sedî 7 bû û di nava deh salan de bi du qatan zêde bûye.

JI SEDÎ 13 Ê XWEŞHALAN LI EWROPA Û BAKURÊ AMERÎKAYÊ DIJÎN'

Nuqteyeke din a di lêkolînê de balê dikişîne ew e ku piraniya mirovên di kategoriya 'xweşhal' de ih digirin li parzemîna Ewropa û Bakurê Amerîkayê dijîn. Li gorî vê yekê nifûsa mirovên rojane ji 18 euro zêdetir qezenca xwe hene, li gelemperiya cîhanê bi 3 pûanan zêde bû û gihaşt ji sedî 16'an.

Beşeke mezin a parzemîna Ewropa û welatên Awûstûralya, Bakurê Amerîka (DYA, Kanada) di nava vê kategoriyê de cih digirin. Ji sedî 87 ê mirovên xwedî vê hatineyê li Ewropa û Amerîka dijîn. Ev rêje di sala 2001'an de ji sedî 91 bû.

LI PARZEMÎNA AFRÎKA Û HÎNDÎSTANÊ BI SED HEZARAN MIROV XIZAN IN

Rastiya herî girîng a lêkolînê ku nayê guhertin, xizaniya li parzemîna Afrîkayê ye. Ji sedî 39 ê Afrîkyan rojane 1,80 euro qezenç dikin. Ev rêje li gorî sala 2001'ê baştir bûye. Zêdeyî nîvê mirovên li vê parzemînê dijîn di sala 2001'ê de xwedî hatineyeke kêmî 1,80 euro ya rojane bûn. 

Rêjeya mirovên rojane xwedî hatineyeke ji zêdeyî 9 euro ye, ji sedî 7 e.

Welatên xizan ên li parzemîna Afrîkayê Rûanda, Sîerra Leone, Nîjer, Mozambîk, Malawî, Madagaskar, Tanzanya, Malî û Bûrûndî ne. Li van welatan rêjeya hatineya kêmî 9 euro ya rojane ji sedî 99 e. Di heman demê de weke welatên herî xizan ê cîhan derdikevin pêş.

JI SEDÎ 97 Ê HÎNDÎSTANÊ XWEDÎ HATINEYEKE KÊM 9 EURO YE

Li parzemîna Asya û welatên Amerîka Navîn her çend rêjeya xizaniyê kêm bûye jî, rêjeya bilind a xizanên xwedî hatineyeke kêmî 9 euro balê dikişîne. Li Hîndîstana xwedî 1,2 mîlyon nifûsî, di têkoşîna li hemberî xizaniyê de serketinên girîng bi dest ketin û xizaniya giran bi qasî nîvî kêm bû.

Lê belê ji sedî 97 ê gelê Hîndîstanê hînê rojane di sînorê 9 euro de debara xwe dike.

Li welatên Amerîka Navîn jî rêjeya mirovên rojane li sînorê 9 euro dijîn, ji sedî 66 e. Ev yek li gorî rêjeya sala 2001'an baş bûye.

HEJMARA MIROVÊN DI KATEGORIYA 'ÇÎNA NAVÎN' DE BI DU QATAN ZÊDE 

Di kategoriya 'çîna navîn' a xwedî hatineya rojane 9 heta 18 euro de, li gorî sala 2001'ê bi du qatan zêdebûn çêbûye û hejmara mirovên di vê kategoriyê de gihaştiye 800 mîlyonî.

Li Slovakyayê ji sedî 60 ê civakê tevlî 'çîna navîn' bû. Li welatên Başûrê Amerîkayê li Şîlî ji sedî 34, li Arjantînê ji sedî 32 û li Brezîlyayê jî ji sedî 28 ê mirovan di vê kategoriyê de cih digirin.

Li Çînê ya xwedî nifûsa 1 mîlyar 380 mîlyonî, 235 mîlyon mirov tevlî kategoriya 'çîna navîn' bûn.

EWROPA û BAKURÊ AMERÎKA JI ALIYÊ 'XWEŞHALIYÊ' VE DÎSA LI PÊŞ IN

Li gorî lêkolîna Pew Research Center, di sala 2011'an de ji sedî 87 ê mirovên xwedî hatineyeke zêdeyî 18 euro ya rojane li Ewroap û Bakurê Amerîkayê dijiyan. Ev rêje di sala 2001'ê de ji sedî 91 bû.

Di lêkolînê de hat ragihandin ku mirovên di xweşhaliyê de li asta herî bilind in, li Norwêcê dijîn. Ji sedî 77 ê nifûsa vî welatî xwedî hatineyeke rojane ya zêdeyî 45 euro ye.

Bi rêzê welatên lê xweşhalî heye; Danîmarka, Luksembûrg, Hollanda, Elmanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kanada ne.