Çeteyên dixwestin êrîş bikin hatin bêbandorkirin
Çeteyên dixwestin êrîş bikin hatin bêbandorkirin
Çeteyên dixwestin êrîş bikin hatin bêbandorkirin
Çeteyên ku dixwestin bi wesayîtek bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya Asayîşê bikin, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin bêbandorkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşê hatine girtin, îro di saetên êvarê de çeteyan xwestin ku bi wesayîtek marqeya Hyundaî ya bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya Asayîşê ya li gundê Mişrafa yê Serêkaniyê bikin. Lê hêzên Asayîşê wesayît ferq kir û mudaxele kir. Li ser vê yekê êrîşkarên ku di wesayîtê de bûn, hîn ne gihîştine bendê wesayît teqand. Ji ber tesîra teqînê 12 welatiyên ku wesayîtên rêwîyan di rê de diçûn bi sivikî birîndar bûn.