Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî civîna Ensar Ul-Şerîa kirin
Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Ezazê bi wesayîtên bombekarkirî êrîşî civîna Odeya Operasyonê Ensar El- Şerîa ku ji gelek komên cuda pêk tê, kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, Odeya Operayonê Ensar El- Şerîa ku ji aliyê komên bi navê Cephe El-Şamiye, Cephe El-Îslamiye, El-Aksa, Ehrar Eş-Şam û Cephe El-Nusra ve dibin banê Artêşa Fetîh de 2 Tîrmeha 2015’an hatibû avakirin, li gundê Um El-Hoş ê herêma Ezaz îro civînek li dar xist. Hate ragihandin ku gelek fermandarên van koman di civînê de amade bûn.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku dema civîn dom dikir, çeteyên DAIŞ’ê bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk anîn. Piştî teqandina wesayîtan çeteyên DAIŞ’ê vê carê bi çekan giran êrîşî cihê civînê kirin û pevçûn derket.
Di pevçûnên dijwar de gund ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin û gelek kes hatin kuştin. Li herêmê pevçûn didomin.
Gundê Um El-Hoş a Ezazê 25 kîlometreyan dûrî bajarê Helebê ye û dikeve ser rêya di navbera bajaroka Mari û bajarê Helebê de. Li gund nêzî 6 hezar kes dijîn û pirani wan Kurd in.