Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê spartin axê

Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê spartin axê

Cenazeyên her 2 şervanên YPG’ê Egîd Îsmet û Mihemed Şahîn ku di êrîşa komên Çekdar a li ser benda kontrolê ya gundê Xezawiya Şêrewa Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn,hatin definkirin.

Bi hezaran kes ji Efrîn, gund û navçeyên wê li ber Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê ji bo wergirtina cenazeyên şervanên YPG’ê Egîd Îsmet û Mihemed Şahîn kom bûne.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Egîd Îsmet û Mihemed Şahîn ji aliyê girseya qelebalix ve ji nexweşxaneyê hatin wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan hatin oxirkirin. Li ser daxwaza malbatê girseyê cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Îsmet birin gundê wî Qeretepa û li goristana gund hate definkirin. Ji vir girseyê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Şahîn jî ber bi Goristana Şehîd Refîq a Navçeya Şera ya Efrînê ve birêkirin û li vir merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endama komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Hisên axivî. Hisên, bal kişand ser destkeftiyên gelê kurd û bi taybet piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê. Hisên, da zanîn ku çalakiya bersivdayîna YPG’ê ya li dijî van komên çekdar nîşana hêza gelê kurd e. Hisên, diyar kir ku şerê komên çete yê li dijî destkeftiyên gelê kurd tê kirin de endamên Yekîtiya Siyasî hene û ev kes niha di lêpirsînê dene.

Hisên, da zanîn ku fermandarê koma çekdar a ku êrîş pêkanîye bi eslê xwe erebe, lê ev tu bandora neyînî wê li biratiya kurd û ereban neke.

Di merasîmê de li ser navê Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê jî axaftin hate kirin. Di axaftinê de bal hate kişandin ku YPG’ê tenê hêza rewa ya Rojava ye. Serokê Meclîsa Gel a Efrînê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê jî axaftin hatin kirin. Piştî merasîm bi dawî bû cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Şahîn spartin axê.