Cenazeyê şervanê YPG’ê Rêzan Îsa ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Rêzan Îsa ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Rêzan Îsa ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
bi hezaran welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Rêzan Îsa li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê spartî axê kirin.
Cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêzan Îsa ku di pevçûnên di navber YPG'ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) li gundê Mişêrfa yê Serêkaniyê jiyana xwe jidest dabû, li bajarê Serêkaniyê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê ber bi Goristana Şehîd Ristem Cudî ve hate oxirkirin.
Merasîm li Stada şehîd Rustem ya li bajarê Serêkaniyê bi beşdariya hezaran welatiyên bajêr bi deqeyek rêzgiritinê dest pê kir. Piştre Endama Desteya Bilind a Kurd Ilham Ehmed axivî û bal kişand ser berxwedana lehengî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rizgarkirina bajarê Til Koçer û herêma Serêkaniyê. Di merasîmê de peyamên Partiya Çepê Kurd, Partiya Komonîst a Sûriyê û Partiya Kar hatin xwendin.
Piştî merasîmê cenazeyê şervanê YPG'ê Rêzan Îsa bi karwanekî tirombêlan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê û sipartî axê kirin.