Cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir ber bi Qamişlo ve hate birêkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir ber bi Qamişlo ve hate birêkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir Qehreman ku di êrîşa komên çekdar a li ser dewriya YPG’ê de jiyana xwe ji dest da, ji Amûdê berbi bajarê Qamişlo ve kete rê.

Bi sedan ji welatiyên bajarê Amûdê ji bo birêkirina cenazeyê Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hogir Qehreman, ku di êrîşa komên çekdar a li ser dewriya YPG’ê de jiyana xwe ji dest da, îro sibehê ji Navenda Tenduristiyê hate wergirtin û ber bi bajarê Qamişlo ve hate birêkirin.

Şervanên YPG'ê û girseyek qelebalix a gel cenazeyê Hogir Qehreman ji Navenda Tenduristiyê li ser milan kirin û heta navenda bajêr meşiyan. Girseya gel bi posterên Hogir û alên kurdî û bi durişmeyên Şehîd namirin,  cenaze birin ser rêya Qamişlo û ji vir cenaze wê bi karwanekî wesayîtan ber bi bajarê Qamişlo ve were şandin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir wê li goristana şehîdan a bajarê Dêrikê were veşartin.

Servanê YPG'ê  Hogir  Qehrman bi nasnav Mîtan Bawer di sala 1989’an de li bajarê Dêrikê ji dayik bûye.