Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Çiya spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Çiya spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Birahîm Mehemed Resolo (Çiya) ku di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe jidest dabûji aliyê hezaran kesî ve bi meras’mekê li goristana Şehîd Seydo hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Birahîm Mehemed Resolo (Çiya)ji ber Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin. Cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Seydo ve hate rêkirin. Li riya ketina navçeya Cindêris a Efrînê karwana cenaze ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Welatiyên ku li ber depoya avê ya li ser riya Otostrada Efrîn-Cindêrisê ji bo pêşwaziya cenaze hatibûn cem hev alên TEV-DEM, Ciwanên Şoreşger, YPG û posterên şervanê YPG᾿ê Çiya vekiribûn.

Cenaze bi tilîlî û sloganan hate pêşwazîkirin. Ji vir girseyê cenaze di nava kolanên Cindêrisê de gerandin û pişte ber bi goristana Şehîd Seydo ve hate rêkirin. Hemû dikan û kargehên Cindêrisê deriyê xwe girtibûn û welatî tevlî merasimê bûn.

Li goristana Şehîd Seydo merasim bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Efrînê Berfîn Efrîn axivî û da zanîn ku, tevî şervanê YPG᾿ê Çiya 14 şervanên YPG û YPJ di Hezîran û Tîrmehê de ji bo parastina herêmê jiyana xwe jidest dane. Efrîn da zanîn ku, Çiya li taxa Şêxmeqsûd jî di nava qadên şer cihê xwe girtiye.

Di merasimê de yek ji fermandarên YPG᾿ê Mahir Qerebaba axivî û da zanîn ku, YPG bi hemû hêza xwe û berdêla wê çibe bila bibe, ji bo parastina herêmê di nava berxwedanê de wê têbikoşe.

Di marasimê de peyamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Saziya Malbatên Şehîdan û TEV-DEM hatin xwendin.Di peyaman de li dijî plan û êrîşan banga yekîtiya gelê Kurd hat kirin. Piştî axaftin bi dawî bûn girseyê cenazeyê şervanê YPG᾿ê Çiya spartin axê.

Piştî merasîmê sînevizyona li ser jiyana şervanê YPG᾿ê Çiya hate pêşkêşkirin.