Cenazeyê şervanê YPG’ê Bawer dê sibe bê defin kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bawer dê sibe bê defin kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bawer dê sibe bê defin kirin
Di pevçûnên Ên El ya Til Temirê ku 10 endamên komên çekdar hatin kuştin, şervanê YPG’ê Mîtan Bawer jî jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, şervanê wan Hogir Qehreman bi nasnav Mîtan Bawer di pevçûnên Ên El-Ebid a Til Temir ê de jiyana xwse jidest da.
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Hogir Qehreman sibe di seet 09.00’an de dê ji bajarê Amûdê were oxirkirin. Şêniyên Qamişlo di 10.00’an de li kaşê Hilêliyê ya li ser riya bajarê Amûdê ji bo pêşwaziya cenaze werin cem hev. Ji vir cenaze bi karwanekî ber bi Dêrikê ve dê were oxirkirin û di seet 15.00’an de li goristana Şehîd Xebat were definkirin.
Saziya Malbtên Şehîdan bang li welatiya kirin ku bi girseyî tevlî merasima definkirina cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir Qehreman bibin.
Şervanê YPG’ê Hogir Qehreman bi nasnav Mîtan Bawer, navê dayîkê Helîma, navê bav Mihemed di sala 1988’an de ji dayîk bûye. Di sala 2012’an de ji nava Tevgera Şoreşger tevlî refên YPG’ê bû.