Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kiran birin Meletiyê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kiran birin Meletiyê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kiran birin Meletiyê
Malbata gerîlayê HPG'ê Mehmet Kiran ê li navçeya Amed Pîranê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe wergirt û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê. Rayedaran ji bo otopsiyê cenazeyê Kiran ji Pîranê şandin Meletiyê.
Li Gundê Direjmanê yê Navçeya Piranê ya Amedê li di 22'ê adara 2013'an de gerîlayê HPG'ê Mehmet Kiran (Kûrtay Faraşîn) ji ber nexweşiya gurçikên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Gelê Dicleyê çû cenazeyê Kiran ji bejahiyê wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê. Girseyê bi karwanekî mezin cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kiran anîn nexweşxaneyê û şandin Morga Nexweşxaneya Pîranê. Malbatê piştî cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê, rayedaran ji bo rapora otopsiyê cenaze sewqî Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê kir. Gerîlayê HPG'ê Kiran ku ji navçeya Mêrdîn Dêrikê ye, dê piştî rapora otopsiyê bibin Dêrikê.