Cenazeyê gêrîla Karataş anîn Bakûrê Kurdistanê

Cenazeyê gêrîla Karataş anîn Bakûrê Kurdistanê

Malbata gêrîlayê HPG’ê Cûma Karataş (Elîşêr Serhat) ku di êrişa hewayî ya balefirên şer ên tirk a di 26'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe wergirtin û anîn Bakûrê Kurdistanê.

Di 26'ê Sibata 2013'an de balefirên şer ên tirk li herêma Zap, Qendîl û Garê 13 seetan bombe barandin. Di bombebaranê de gêrîlayê HPG'ê Cûma Karataş (Elîşer Serhat) jî di nav de 4 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê malbata gêrîlayê Karataş çûn herêma Başûrê Kurdistanê û cenazeyê kurê xwe wergirtin.

Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe gêrîla Karataş wergirtin di Deriyê Sînor ê Xabûrê de anîn Bakûrê Kurdistanê. Cenazeyê gêrîla Karataş, ji aliyê Rêveberên BDP'ê yên Silopiyê endamên meclisa şaredariyê, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, nûneren MEYA-DER'ê yên Cizîr û Silopiyê ve hat pêşwazîkirin.

Girseya ku li deriyê sînor kom bûn cenazeyê gêrîla Karataş bi siloganên "Şehîd Namirin" pêşwazîkirin. Di deriyê sînor de Ambulansa Şaredariya Cizirê cenazeyê gêrîla Karataş wergirt û anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Piştî otopsiya ji aliyê dozger ve bê kirin dê cenaze bîbin Navçeya Norşînê ya Bedlîsê.