Cenazeyê emdamê Asayişê Bengîn Osê spartin axê
Cenazeyê emdamê Asayişê Bengîn Osê spartin axê
Cenazeyê emdamê Asayişê Bengîn Osê spartin axê
Cenazeyê Endamê Asayişê Bengîn Osê ku di êrîşa li dijî navenda hêzên asyişa ya taxa Qenat Elsiwês ya Qamişlo de birîndar bû û tevlî hemû hewldanan doh jiyana xwe jidest da, ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.
Cenazeyê Bengîn Osê ji aliyê hezaran kesî ve ji Mizgefta taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hate wergirtin. Girseya ku bê navber diruşmeyên "Şehîd na mirin” berz dikirin. Cenaze bi karwanekî wesyitan birin Goristana Şehîd Delîl Saroxan. li vir merasîm hate lidarxistin, merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê malbata şehîd Bengîn Oso birayê wî Ridwan Osê axivî û diyar kir ku birayê wî bûye şehîdê hemû gelên Rojvayê Kurdistanê û da zanîn ku serê wan bi şehadeta birayê wî bilinde.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrratîk (PYD) Asya Abdulah jî di merasîmê de axivî. Abdulah şehîdên şoreşê bîranîn û da zanîn ku destkeftiyên şoreşa Rojvayê Kurdistanê encamên têkoşîn û fedakariyên şehîdane.
Piştî axaftinan cenazeyê endamê asayişê Bengîn Osê bi diruşme û tilîliyan spartin axê.